QSD'ê 2 hezar sivîl ji destê DAÎŞ'ê rizgar kir 2017-04-29 11:34:15 REQQA – Şervanên QSD`ê duh derdora 2 hezar sivîl ji taxa El-Weheb ji nava pencên DAIŞ`ê rizgar kirin û derbasî cihên bi ewle kirin. Pêngava rizgarkirina Tebqayê bi lez didome û şervanên QSD`ê roj bi roj derbeyên giran li DAÎŞ'ê dixin û cihên nû û sivîlan ji DAÎŞ'ê rizgar dikin. Şervanên QSD`ê duh derdora 2 hezar sivî ji taxa El-Weheb û derdora wê rizgar kirin. Şervanan ji ber metirsiya êrîşên DAÎŞ'ê sivîl derbasî cihên bi ewle kirin. Di nava sivîlên ku hatine rizgarkirine de 3 zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatibûn birîndarkirin jî hebûn. Her 3 zarokên birindar ji aliyê yekîneyên bijîşkî yên QSD`ê ve hatin dermankirin.