Jinan êrîşa TSK'ê ya li dijî Şengal û Rojava şermezar kirin 2017-04-29 12:40:26 AMED - KCD, TJA, Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, HDP û DBP'ê êrîşa balafirên şer ên TSK'ê ku li Şengal û Rojava pêk anîn şermezar kirin û xwestin Statûya penabertiyê êzidiyan bê qebûlkirin. KCD, TJA, Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, HDP û DBP'ê, bi armanca şermezarkirin êrîşên TSK'ê yên li dijî Rojava û Şengalê, li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca, Endama Lijneya Rêverberiya Navendî ya DBP’ê Fîkriye Aytîn, aktîvîsta TJA Ayşe Gokkan û aktîvîstên Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin amade bûn. Parlementera HDP’ê ya Amedê Feleknas Uca bi kurdî daxuyanî xwand. Uca anî ziman ku mafdariya jinên alîgirê azadî, edalet û aşitiyê ku li hemberî tezkereyên li meclîsê biryarên wan hatibûn girtin derketin carek din piştrast bû û wiha got: “Tirkiye, bi riya van tezkereyan bi salan e operasyonên dersînor dike û di sêrî de mafê jiyanê bi bombebarana cih û warên sivîl binpê dibe. Ev tezkere li dijî Makezagon û hevpeymanên navnetewî ne. Encamên êrîşên bê biryara Konseya Ewlehiya NY ya li hemberî qada welatekî din û bicîhkirina leşkeran a mayinde û demdemî wê li ser me hemûyan bibandor be.” ‘ÊRÎŞ BINPÊKIRINA HIQUQ Û JIYANÊ YE’ Uca, balkişand ser êrîşên balafirên şer ên TSK’ê ya 25’ê Nîsanê û wiha axivî: “Êzidî rastî êrîşên balafirên şer hat. Di van êrîşan de gelek pêşmerge û kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes birîndar bûn û avahiyên radyo û TV’yan ruxiyan. Ev êrîş şerê li herêmê wê berfirehtir bike, wê bibe encama mirina mirovan û binpêkirina hiqûq û jiyana mirovan. Şerek ku TBMM biryara wê negirtiye di meriyetêde ye.” ‘ÊZÎDÎ TEKOŞÎNA JIYANÊ DIDIN’ Uca, êrîşên DAÎŞ’ê ya di 3 Tebaxa 2014 ya li hemberî Şengalê bibîrxist û wiha pê de çû: “Bi deh hezeran Êzidî hatibû qetilkirin, jin û keçên ku hatbibûn revandin rastî êrîşên zayendî hatibûn, ji 3 hezarî zêdetir jin hê di destê wan de ne û ji wan hinek li welatên Ereban li bazarên koleyan tên firotin. Bi demê re, li herêma Şengalê, bi derketina gorên komî, şahid, qeyd, dîmen û raporên heyetan, NY qirkirina DAÎŞ’ê wek komkujî naskir. Komîsyona NY’ya taybet, bi rapora ku di 15’ê Hezîrana 2016’an de daxuyand, êrîşên li hemberî Êzidiyan weke komkujî binavkir. Bi encama vê komkujiyê, bi deh hezaran Êzidî li welatên cûrbicûr li qampên penaberan di nav şert û mercên awarte de têkoşîna jiyanê didin.” JI BO ÊZÎDIYAN DAXWAZA STATÛYA PENABERTIYÊ Uca, herî dawî bal kişand ser gelê Êzidî yên ji Yenîşehîra Amedê şandin qampên AFAD’ê û wiha bi dawî kir: “Bi mehan e me tu agahî ji wan negirtiye. Ev yek ji bo me bûye sedema metirsiyan. Di rewşa ku hê Fermana 74. a Êzidiyan berdewam e, bi êrişa balafirên şer heman êş derketiyê û ev yek ji bo Platforma me bûye sedema metirsiyan. Em wek Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, mafê jiyan û jiyanek li welatên bav û kalên xwe ya bi ewle ya vî gelê ku 74 caran rastî komkujiyê hatiye pêwist dibînin. Em ji bo Êzidîyan li Tirkiye’yê daxwaza statûya penabertiyê dikin. Em bang li heyetên netewî û navnetewî dikin ku li cihên êrîşên balafirên şer lêkolîn bikin."