Li Bandirmayê binpêkirinên mafan bi dawî nabin 2017-04-29 13:04:21 ÎZMÎR - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Bandirmayê derbarê binpêkirinên mafan de nameyek şandin û diyar kirin ku zext û îşkenceya li girtîgehê zêdebûne. Girtiyê bi navê Rahmetullah Kaplan ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Bandirmaya Balikesîrê dibîne bi nameya ji Komleya Mafê Mirovan (ÎHD) Îzmîrê re şandiye balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê. Kaplan, diyar kir ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê AK Partî di bin navê “ez bi FETO re têdikoşim” konsepta ji bo çewisandina gelê kurd, aliyên demokratîk û parêzvanên mafê daye destpêkriin piştî referandumê kûrtir kiriye. Kaplan, bang kir ku hemû kes li dijî binpêkirinên li girtîgehan bi hestiya tevbigerin û binpêkirinên li Girtîgeha Bandirmayê tên jiyîn wiha rêzkirin: “*Di kawîşên 8 kesî de 19-20 kes dimînin. *Hevdîtinên vekirî yên bi malbatan re ji mehê carekê derxistine dumehan carekê. Hevdîtina saetekê kirine nîvsaet. *Li malbatên tên hevdîtinê lêgerîna zirav û tazî tê ferzkirin. *Sewqên nexweşxaneyan 6 mehan carekê tên kirin û dermankirina bi kelepçe tê ferzkirin. Çûn û hatine nexweşxane û dadgehê dibe îşkence. *Girtiyên li dijî îşkencê derdikevin cezayê dîsîplînê digirin. *Mafê heftane 10 saet ê werzîş û sohbete bi pêkanînên keyfî tê xespkirin. *Bi yekîneyên taybet ên hatine perwerdekirin bi êrîşên fîzîkî û gotin provokasyon tên derxistin. *Hemû serlêdanên derbarê îşkence û zextan ên tên kirin naxin meriyetê.”