Rewşa zarokên bi teqemeniya leşkerî birîndar bûn başt dibe 2017-04-29 13:26:03 ŞIRNEX - Rewşa zarokên bi navê Mehmet Barim û Emre Bozveren ên bi teqemeniyek nêzîkê Qereqola Cendermeyan a Îkîzceyê ya bajaroka Dêrgulê birîndar bûbûn ber bi başiyê ve diçe. Li Bajaroka Dêrgul ya Şirnexê di 20'ê nîsanê de zarokên bi navê Cumali Kalkan (11), Huseyin Acet (12), Mehmet Barim (11) û Emre Bozveren (10) dema li sergoya Qereqola Cendermeyan a Îkîzce bi cismek dilîstin teqîn pêk hatibû û birîndar ketibûn. Kalkan û Acet ên sivik birîndar bibûn piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê derketibûn û Mehmet Barim ê giran birîndar bibû rakiribûn Fakulteya Tibê ya Zaningeha Dîcleyê Emre Bozveren ê giran birîndar bibû jî di lêgerîna lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de dihat dermankirin. Hat zanîn ku Barim ji ber rewşa wê baştir bûye tabûrcû kirine lê dê ji ber perçeyek şarepnelê derdora cergê wî de ye bê emeliyatkirin. Bozveren jî ji beşa lezgin derxistin û hat ragihandin ku rewşa wî ber bi başiyê diçe.