Dalci yê di 1’ê Gulana 1989’an de hat qetilkirin hat bibîranîn 2017-04-29 14:18:00 STENBOL - Komîteya 1’ê Gulanê ya 2017’an a ber bi Şîşhaneya Hevraza Kazanciyê ve dimeşe qerenfîl danîn cihê Mehmet Akîf Dalci lê hatiye qetilkirin. Komîteya 1’ê Gulanê ya 2017’an piştî kedkarên di 1’ê Gulana 1977’an de hatin qetilkirin bibîranîn, heta Şîşhaneya ku Mehmet Akîf Dalci di 1’ê Gulana 1989’an de hatibû qetilkirin meşiyan. Dema girse gihişt Qada Galatasarayê SErokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen, Serokê Konseya Navenda TTB’ê Raşît Tukel û Serokê Giştî yê TMMOB’ê Emîn Koramaz ji bo piştgîriyê tevlî çalakiya Dayîkên Şemiyê bûn. 'ŞÎDETA POLÎSAN BERDEWAM KIR HEZKIRINA ME YA TAKSÎMÊ BIDAWÎ NEBÛ’ Li vir ji bo Dalci rêz hat giritn. Pişt re Serkretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, axivî. Çerkezoglu, diyar kir ku piştî darbeya 1980’an bi salan hemû şêweyên xeztan hatin pêkanîn û wiha got: “Ligel van zextan ji bo Taksîm bê azadkirin jinan, ciwan û kedkaran gav paşde neavêtin û dê neavêjin jî. Ji wê rojê heya niha şîdeta polîsan berdewam kir lê hezkirina me ya ji bo Taksîmê bi dawî nebû.” Piştî daxuyaniyê girseyê qerenfîl danîn li cihê Dalci hatiye qetilkirin.