Înîsiyatifa Malbatên Pirsusê: Tev li rûniştina dozê bibin 2017-04-29 15:29:57 AMED - Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, beriya rûniştina doza komkujiya Pirsûsê ku 34 ciwanên SGDF'î hatin kuştin, li Amedê daxuyanî dan û banga tevlêbûna rûniştina dozê bibin, kir. Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, beriya rûniştina doza komkujiya Pirsûsê ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de 34 ciwanên SGDF'î hatin kuştin, li Amedê daxuyanî dan. Yekemîn rûniştina doza kuştina ciwanan dê di 4'ê Gulanê de bê dîtin. Beriya runiştina dozê Înîsiyatifê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civina çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Ziya Pir, nûnerên ESP, SGDF, CKD û malbat amade bûn. Gaziyê Pirsûsê Erkan Keskin, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Ew qas dem di ser komkujiyê re derbas bû, lê hêj edaletê cihê xwe nedîtiye. Ev êşa me girantir dike. Em şop û êşa komkujiyê di ruhê xwe de dijîn. Em hemû kesî dawetî rûniştina dozê ya di 4'ê Gulanê de li Hîlwane bê dîtin dikin ku beşdarî rûniştina dozê bibin. Ger ku hesab hatibûya pirsîn û berpirsiyar hatibûna darizandin di 10'ê Cotmehê de komkujiya Enqereyê pêk nedihat. Divê em bi hêzek xurt beşdarî rûniştina dozê bibin." Piştre Berdevkê Înîsiyaitfa Malbatên Pirsûsê Mesut Çekî jî daxuyanî xwend û wiha got: "Ji 20'ê Tîrmeha 2015’an heta niha em her roj bi heman êşê hişyar dibin. Em bi xeyal û heviyên 33 rêwiyê xewnan li ser piyan dijîn. Em bi baweriya wan a biratî û piştevaniyê wan bêtir bi jiyanê ve xwe girê didin. Em dê herdem li pey xeyalên wan bin û têkoşina wan bilind bikin. 20 meh di ser bûyerê re derbas bû hê hêj kujer nehatine darizandin. Di komkujiyek wisa de tenê 3 kes berpirsiyar tên dîtin. Li Midûrê Polîsan ê Pirsûsê Mehmet Yapalial tenê bi hinceta sersariyê 7 hezar û 500 TL cezayên pereyan birîn. Qerfê xwe bi êşên mirovan dikin." Herî dawî Dayika Murat Yurtgul ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Şemsa Yurtgul jî wiha got: "Kurê min ji bo şer neçû wir. Kurê min ji bo şer neçûbû. Kurê min ji bo mirovahiyê çûbû. Kurê min kuştin. Ez heta dawî şopdarê vê dozê me. Ez kujerê kurê xwe dixwazim. Dibêjin DAİŞ'ê wisa kir. Ez bawer nakim ku DAİŞ’ê bi serê xwe kiribe. Dema ez çûm cenazeyê kurê xwe bigirim TOMA û polîsan derdorê me pêçan û gaz avêtin me. Ez bang li her kesî dikim ku li vê dozê xwedî derkevin. Em edaletê dixwazin."