Êrîşa li Şengal û Rojava tevî astengiyan hatin şermezarkirin 2017-04-29 16:23:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan endam û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk, bi armanca êrîşa balafirên şer ên TSK’ê ya li Şengal û Rojava pêk hat, şermezar bikin astengî nasnekirin û meşiyan. Hevserokê DBP’ê ya Amedê Zekî Baran hikumetê hişyar kir û wiha got: “Yê ku bi agir bileyîze, dê bişewite.” Bi heman armancê li Êlihê û Stenbolê jî çalakî hat lidarxistin. Endam û nûnerên KCD, TJA, HDP û DBP'ê, bi armanca şermezarkirina êrîşa balafirên şer ên TSK’yê ya li Şengal û Rojava, ji Parqa Koşuyolu heta avahiya DBP'ê ya Amedê meşiyan. Parlementerên HDP’ê Feleknas Uca, Ziya Pîr, hevserokên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê û sedan welatî di çalakiyê de amade bûn. Polîsan xwest komê asteng bike. Li ser astengiyan girsê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Girsê piştre li dijî astengiya polîsan meşiyan avahiya DBP’ê ya Amedê. Girse bi çepik û tilîliyan, diruşmayên “Bijî berxwedana Rojava û Şengal’ê” û “Bijî Serok Apo” meşiyan. Girse li ber avahiya DBP’ê ya Amedê bi tîlîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin û li vir daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê DBP’ê ya Amedê Zekî Baran, diyar kir ku êrîşên li hemberî Şengal û Rojava li hemberî destkeftiyên kurdan e. Baran anî ziman ku hikumeta AKP’ê bi êrîşên li hemberî gelê kurd hebûna xwe didomîne û wiha axivî: “Yê ku bi agir bileyîze, dê bişewite. Heger polîtîkayên 2 salên dawî berdewam bike, welat dê bibe du parçe. Îro diyare ku yê dixwaze welat parçe bike, AKP bi xwe ye.” Baran diyar kir ku hewcehiya gel ne bi operasyonan bi aştiyê heye û wiha got: “Muhatap diyare, çareserkirina pirsgirîka kurd Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Em dizanin ku aşti dê ji bo gelen Tirkiyê û gelên Rojhilatanavîn re aramiyê bîne.” ‘GELÊ AMEDÊ DÊ MEŞA AZADIYÊ BIDOMÎNE’ Parlementera HDP’ê ya Amedê Felenas Uca jî anî ziman ku êrîşa TSK’ê li hemberî 40 mîlyon kurd pêk hatiye û wiha axivî: “Em carek din soz didin; gelê Amedê dê ala şehîdan hilde û meşa azadiyê bidomîne. Kes nikare bi êrîşan gelê kurd bêdeng bike. Gelê kurd êrîşên bi her awayî jiyan kirine û berxwedana xwe ya li hemberî êrîşan nîşanê cihanê da. Tekoşîn û berxwedana jinan ji hemû gelan re bû sedema berxwedanê.” Uca dest nîşan kir ku dayikên li çeperên çiyayên Şengal’ê li hemberî DAÎŞ’ê berxwe didin êrîşa TSK’ê vale derxistiye û axaftina xwe wiha domand: “Çi dibe bila bibe, gelê kurd dê bigihije azadiyê. Dayikên ji deste çeteyên DAÎŞ’ê xelas bûyî îro li çeperên çiyayên Şengal’ê berxwe didin. Em berxwedana dayikan silav dikin. Ji Amedê dubare dikin; berxwedan jiyane, em ê bi berxwedanê bigihijîn azadiyê.” PARTIYÊN KURDISTANÎ HIŞYAR KIR: NE ROJA ÎXANETÊ YE Uca banga yekitiya netewî li partiyên Kurdistanê kir û wiha berdewam kir: “Dive hemû partiyên Kurdistanî xwedî li yekitiyê derbikeve, ev roj ne roja îxanetê ye. Kurdistan yek e, yên ku îxanetê bidomîne dê bi îxanetê re winda bibe.” Parlementerê HDP’ê ya Amedê Ziya Pîr ji bertek nîşanê êrîşa TSK’ê da û wiha got: “Ketina axa welatek din de ne operasyon e, haydutî ye. Dive NATO û NY dengek bilind bertek nîşan bide.” Pîr bersiv da daxuyaniya Serokomar Erdogan ya ‘Şevekê bêwext em ê werin’ û wiha berdewam kir: “Ev gotin ya çeteyên dema êrîşên li hemberî rêveberiya xweser de nivîsan di odeyên kurdan de nivîsandin e. Hişmendiya çeteyên wan rojan carek din xwe nîşan da.” Kom piştî daxuyaniyê bi çepikan belav bûn. LI ÊLIHÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ Li Êlihê jî bi heman armancê çalakî hat lidarxistin. Nûnerên KCD, TJA, HDP, DBP û Dayikên Aştiyê jî li Êlihê bi heman armancê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Komê xwest bimeşin, lê polîsan destûr neda meşê. Li ser astengiya polîsan komê li ber avahiya DBP'ê ya Navçeya Navendî ya Êlihê dest bi çalakiya rûniştinê kir û daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ali Aslan, êrîşa li dijî Rojava û Şengalê şermezar kir û diyar kir ku armanca êrîşê dixwaze têkçûna xwe ya di referandumê de bincil bikin. Komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û bilav bûn POLÎSAN LI STENBOLÊ MUDAXALEYÎ KOMÊ KIR Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê Meclîsa Bajar a HDK'ê, Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, Tevgera jinen Azad (TJA) jî bi heman armancê li Stenbolê xwestin li ber avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyainyê bidin çapemeniyê. Gelek welatiyên taxê jî ji bo piştgiriyê li ber avahiyê kom bûn. Berî daxuyaniyê polîsan avahiya HDP'ê dorpêç kir û destûr neda kom tev bigere. Polîsan, gef li rêveberên HDP’ê xwarin û diyar kirin ku dê destûr nedin daxuyaniyê. Rêveberên HDP’ê jî guh nedin hişyariya polîsan û li ber avahiyê xwestin daxuyaniyê bidin. Komê li ber avahiyê pankarta “Bila bi lezgîn êrîşên li ser Rojava û Şengalê bi dawî bibin! Ne şer çareseriya siyasî ya demokratîk" vekirin. Li ser vê yekê polîsan mudaxaleyî komê kir û rêveberên HDP’ê bi erdê re kaşkirin. Polîsan piştre bi bombeyên gazê û guleyên plastîk mudaxaleyî komê kir û alozî derket. Li ser vê yekê komê bi siloganên “Gelê Şengalê ne bi tenê ye" bertekên xwe anîn ziman.