Xizmên windayan di hefteya 429’an aqûbeta windayan pirsîn 2017-04-29 18:30:37 AMED - Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan a Amedê di hefteya 429’an de aqûbeta windayan pirsîn. Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren, diyar kir ku ew dê lêpirsîna aqûbeta windayan berdewam bikin. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xiznên windayan di hefteya 429'an de çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" li Şaxa ÎHD'ê berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyên windayan û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ser hatibû nivîsandin hat vekirin. Rêveberên ÎHD, xizmên windayan û Cîgira Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek endamên Meclîsa DBP'ê Mehmet Şirin Tunç beşdarî çalakiyê bûn. Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdulselam Înceoren, diyar kir ku 429 hefte derbas bû lêpirsîna aqûbeta windayan dikin û dê lêpirsîna aqûbetê berdewam bikin. Înceoren, anî ziman ku ji ber şertên OHAL'ê neçarin çalakiya xwe li hundir berdewam bikin û ji bo dîsa çalakiya xwe li Ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu berdewam bikin serî li rayedaran dane û wiha got: "Lê li hundir be jî û li derve be jî em dê lêpirsîna aqûbetê berdewam bikin." Cîgira Hevseroka Gieştî DBP'ê Gulcihan Şimşek jî anî ziman ku di şerê ku ji 1990’an heta niha li Kurdistanê berdewam dike zêdeyî 17 hezar mirov ji aliyê kujerên nediyar ve hatine kuştin û wiha got: "Em dizanin ku ev di serdemên OHAL'ê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve pêk hatiye. Em dizanin hêzên ewlehiyê gund şewitandin û valakirin. Em wekî xizmên windayan heta faîl bên dîtin û darizandin dê çalakiyên xwe berdewam bikin û hesap bipirsin. Em soza vê yekê didin. Herî dawî rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Emin Ermin, çîroka Omer Sogut ê di 20'ê Gulana 1995'an de hat windakirin xwend. Ermîn, anî ziman ku hevsera Sogut Meyase Sogut serî li ÎHD'ê da û diyar kir ku hevserê wê li gundê Dibekê yê Lîcê dema li baxçeyê xwe dixebitî wekî ku pevçûn derketibe hatiye binçavkirin û piştre Sogut ji bo hevserê xwe bibine serî li hemû rayedarna daye lê hêj tu agahî ji aqubeta wî negirtiye. Ermîn, da zanîn ku dema Sogut çûye Qereqola Cendirmeyana Lîcê rastî lêdana leşkeran hatiye.