Berê girtî û piştre malbat ceza kirin 2017-04-30 09:12:16 ENQERE - Li Girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Li Girtîgeha Şakranê, li 4 malbatan cezayê hevdîtina vekirî-girtî û telefonê hat birîn. Li gelek girtîgehên Tirkiye û herêmê 331 girtiyên PKK û PAJK'î dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Hefteya borî li ser banga Hevserokatiya KCK'ê, girtiyan di roja 64'emîn de dawî li greva birçîbûnê anî bûn. Her çi qas grev bi dawî bûbin jî, lê hîn jî li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Bi vê re jî nema vê carê ev binpêkirin, li derveyî girtîgehê xwe dan der. Li gor agahiyên ku piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê bi dest dikevin, malbat û girtî bi awayekî kêfî tên cezakirin. Li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê, peywirdarên girtîgehê û cendirme di roja 43'yemîn a greva birçîbûnê de, mudaxileyî malbatan kiribûn. Îdareya girtîgehê bi vê jî qîma xwe neanî, vê carê ceza li malbatên ku êrîş li wan hatibû kirin birî. HEVDÎTIN LI MALBATAN QEDEXE KIRIN Li gor agahiyên hatin bidestxitin, di 3'yê Nîsanê de êrîş li 10 malbatên ku çûbûn hevdîtinê hat kirin û piştî vê êrîşê li bavê girtiyê bi navê Serkan Şahin, Huseyin Şahin û 3 malbatan salekê hevdîtina vekirî-girtî û telefonê hat qedexekirin. ‘LI TU DEVERÊ CÎHANÊ EDALETEKE WISA TUNE YE' Huseyin Şahin, têkildarî mijarê axivî. Şahin, da zanîn ku di dema hevdîtinê de 10-15 gardiyan hatine eywana hevdîtinê û li ser vê girtiyan îtirazî vê rewşê kiriye. Şahin, diyar kir ku piştî îtirazê gardiyanan ji girtiyan re gotiye "em ji bo ewlehiya we li vir in" û wan jî ji gardiyanan re bi gotinên "Ev zarokên me ne, hûn kê li hemberî kê diparêzin" bertek nîşan daye. Şahin, da zanîn ku li ser vê bi lez û bez gardiyanan girtî birine qawîşên wan û ji bo êrîşî malbatan bikin deriyê eywana hevdîtinê li ser malbatan qefilandine. Şahin, anî ziman ku paşê gardiyan û cendirme hatine û êrîşî wan kirine. Şahin wiha got: "Li tu deverê cîhanê edaleteke wisa tune ye. Me li ber çavê xwe xwe dît îşkence li zarokên me kirin, lê mirov naxwaze bifkire bê ka li hundur çi îşkenceyê li wan dikin. Gumanên me hene." DADWER BERTEK NÎŞANÎ RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ DA Şahin ê ku ji Haymana Enqereyê ji bo hevdîtina kurê xwe Serkan çû Îzmîrê, li têketina girtîgehê jê re gotin "Cezayê te heye, tu nikarî hevdîtinê çêbikî" û wî paş ve vegerandine. Şahin, anî ziman ku ceza ji bo wî nehatiye teblîxkirin û ji Dadweriya Înfazê ya Karşiyakayê hatiye şandin. Şahin, da zanîn ku dadwer bertek nîşanî vê biryarê daye, li rêveberiya girtîgehê geriyaye û wiha gotiye: "Hûn karê me zehmet dikin, madem hûn ceza didin ji bo çi hûn teblîxatê naşînin." Şahin, diyar kir ku wî xwestiye teblîxatê bistîne, lê nedanê û got ku, ji 3 malbatên din re jî teblîxat nehatine şandin. Her wiha Şahin anî ziman ku, heta salekê hevdîtina vekirî-girtî û ya bi telefonê ji wan re hatiye qedexekirin. Şahin, da zanîn ku ji xwe ev 3 meh in nikare bi riya telefonê bi kurê xwe re hevdîtinê çêbike. DOZGER JÎ HEWCETÎ BI QEDEXEYÊ NEDÎT Şahin, diyar kir ku ji ber nebûna teblîxatê wî daxwaznameya daye Dozgeriya Komarê û got ku, dozgeriyê jî gotiye "ji bo hevdîtinê tu pirsgirêk tune ye". Şahin, da zanîn ku ew li bendê ye ku Dadgeha Cezayê Giran biryarê bide. ‘DEMA KURÊ XWE NEBÎNIM EZ RIHET NABIM' Şahin, li hemberî van cezayên kêfî bertek nîşan dan û wiha axivî: "Ji ber vê rewşê gumanên me hene. Ji greva birçîbûnê derketin; lê heta ku kurê xwe nebînim ez nikarim rihet bibim. Ya sûcdar girtîgeh e; lê belê bi awayekî kêfî ceza li min dibirin. Li tu deverê cîhanê edaleteke wisa tune ye. Dikarim ji Wezareta Dadê re vê bipirsim; edalet tune ye lê wek bavekî dîsa jî em li bendê ne. Hevdîtina bi riya telefonê qedexe ye, hevdîtinên din qedexe ne. Dê dawiya vê çi be? Dê ev binpêkirina mafan heta kuderê bidomînin?"