'Organên memûriyê ji KHK'ê tên firotin' 2017-04-30 11:55:49 MÊRSÎN - Akademîsyenê ku got "Ez nabim şirîkê vî sûcî" Doç. Dr. Ulaş Bayraktar, ku duh bi KHK'ya dawî hat îxrackirin, anî ziman ku bi şermî li benda dora xwe bûn û wiha got: "Dawiya dawî me bizûvên xwe yên memûriyê bexşî kesên bi hewes û îştah li benda kadroyîne bûn kir. Êdî ez tabelaya ku em daliqînim jî dizanim: Ji KHK’ê tê firotin." Hîndekar û akademîsyenê Zanîngeha Mêrsînê Doç. Dr. Ulaş Bayraktar ku got "Ez nabim şirîkê vî sûcî" û îmze avêt bin deklerasyona aştiyê, duh bi KHK'ya hêjmar 689'an hat îxrackirin. Bayraktar di hesabê xwe yê medya civakî de bertekên xwe anî ziman û wiha got: "Dema dayika min geriya got KHK derketine. Got ez meraq dikim ka lê binere û agahî bide min. Bêyî ez lê binerim di koma dersa doktora ya whatsappê de hempişeyekî min ê mustakbel nivîsî û got ‘Dê ji vê yekê de çi bê gotin..' Min fam kir. . Min jî bersîv da û got 'Ji vê yekê re dibêjin hefteya pêş me ders tune..' Piştre min li rojnameya fermî nerî û ez li hempîşe, heskirinên xwe, hevalên xwe evîndarên xwe, hevrêyên xwe û niha jî li KHK'darên xwe nerî. Min li kêleka wan jî navê xwe dît. Wê demê min hîs kir ku barekî kiran ji ser milê min rabûye. Berê navê me di rêzê de hatibû nivîsandin û em bi şerm li benda dora xwe bûn. Wekî nexweşekî meşiyê wî mirî û organên wî li benda bexşê bin. Dawiya dawî me organên xwe yên memuriyetê bexşi kesên bi îştah û hewas li benda kadrobûniyê kir. " Bi rastî jî ez ne bi hêrs im. Ez ne bi xezeb im jî. Rojên borî di cenazeyê polîsê ku di êrîşa di êrîşa terorê de mir, hevsera wî gotinên Antoine Leiris anî ziman hestê min jî tercume dike. Gotibû 'Vous n’aurez ma haine!- Hûn nikarin nifrîna min ji min bigirin. Ez ji îktidarê re dibêjim hûn jî nikarin hêrs û nifrîna min qezenç bikin. Pirsgirêka ku hêj ez 5 salî bûm bavê min ji min girt, fêrî min kir ku divê ez bi tol û nifrinê tev negerim. Ji ber ku ez dizanim dê rojekê dem her tiştî nîşan bide. Dê dem nîşan bide ku ev yek dibe sedema neheqiyên mezin û bê edaletiyê mezin. MIN TENÊ XWEST AŞTÎ PÊK BÊ Ez ji duh berê xwe didim îro û bi rihetiya ez ê sibe tiştekê ku jê şerm bikim nabînin serê xwe datînim ser balîfê. Ger ne wisabaya minê ji pêşniyara bibe şêwirmendê rektoriya ku ez nihat îxraçkirime berî dusalan re gotina erê û niha wekî profesorekê ji xwe re meqam biecibandina. Yan jî ji dewletên derveyî welat re, ji pêşniyarên li welat tên re gotiba erê û îstifaya xwe bidaya û dest bi jiyanek rihet bikira. Lê hizura ku ez niha dijîm min ne dida rihata ku niha bijiyama. Ji ber min tene xwest aştî pêk were û dad cihê xwe bigire. Bi vê niyetê min îmze avêt. Min di îfade û parastina dayî polîsên bi terorê re têkoşînê, wekî ku min gotî hêviya min a di wê îmzeyê de hevjînên wan û dayîka min; tiştên zarokên wan û birayên min jiyan kirin jiyan nekin. We fêm nekir û nexwest fêm bikin…bila canê we sax be… saxbin ji ber dizanim ku heta canê we sax be ez ê bên bîra we. Bêmafiya we kirî di her dema we navê min bihîst de û di her dema we ez anîm bîra xwe hûnê têbigihijin. Duayekê ez ji bo web ikim tune ye. Dê giraniya hêstirên Umut, lêvên Ada yên ku dema birayê wê dibirin dilerizîn, dema Bedîz dibirin balefirgehê bêdengiya wî ya di wesayîtê de dawiya dawî we bibine hûn li kuderê bin. Ez ê wê demê çibikim? Heta niha min çi kiriye ez ê wê bikim. Têkiliya min a bi xwendekaran re tene ders; Hûn nikarin bêjin ku li ser cihên fermî yên hempîşeyên xwe, teşwîqkirina puan dayîna xwendin û nivîsandinê, nasnavên hevaltiya bi hempîşeyên min re û li ser meqaman avakiriye. Niha pirtûkek heye ku ez bi dawî bikim. Ez ê îro biçim pêşgotina lîsansê ya xwendekarek xwe. Ger bên avêtin û tazî kirin jî gotina min çare û bixwînim dê gotina min bibe bisedan pirtûk. Di Maya me de gelek proje hene. Hêj duh di lijneya rêveberiya komeleya mezûnên amadeyî de hatibû nîqaşkirin û min gotibû ka ez bêm avêtin ên din hêsanin. Pirtûkxaneya ku ev çendeke me wekî xeyalekê didît niha bûye projeyek ku cihê wê tê nîqaşkirin. EZ DIZANIM EZÊ TABELAYÊ DALIQÎNIM: JI KHK’Ê JI BO FIROTINÊ YE Pere qirêjiya destê mine. Serê min rihete, ji ber ku ez bi tu xweşiyan ve girêdayî nînim. Rekrotê min ê berê dê bîne bîra xwe, dema ji bo îmzeya xwe paşde bikêşim di dema telqînan de min gotî: ger tiştek nekim jî mal û wesayîtek min a bifiroşim heye. êdî ez dizanim ez ê tabelayê daliqînim; ji KHK’ê ji bo firotinê ye. Hevalno levahiya mine, hûn jî xwedî li hêrsa xwe bin û xwedî hêvî bin; helbestvan rezil nekin. Min jî mereq nekin. Ger me di vê cîhana bimirin de du gotin kiribin hûn min dizanin: Ez nebûn sûcdarê bilez wekî hinek ji we, ne akademîsyenekî forsek ne jî siyasetmedar.” Bayraktar, parvekiran xwe Bedrî Rahmî bibîranî û ev tişt rêzkirin: "Ez dizanim bikenim pir baş, ez wê jî bi hêsanî nadim roviyan meraq nekin ji ber ku di mejiyê min de hertim Bedrî Rahmî heye: Marîfet ewe ku li vê cîhanê nahtina pelçiqandine Ger tu bînî halê wê û bi pelçiqînî Xweş bêhnkirin Wekî catirê Wekî gula Lavantayê Wekî Rihanê Wekî Îsa Wekî Yunus Wekî Tonguç Wekî Nazim.