Xebatkarê HDP'ê yê Cizîrê hat binçavkirin 2017-04-30 13:43:48 ŞIRNEX - Xebatkarê HDP'ê Abdulkerim Pozan li mala xwe ya Cizîrê hat binçavkirin. Polîsan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser mala xebatkarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdulkerim Pozan de girt û ew li malê binçav kirin. Pozan ku heta niha gelek caran hat binçavkirin û berdan, dîsa hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Pozan nehat zanîn. Pozan birin Midûriyeta Polisan a Cizîrê.