Kedkar dê ewlehiya 1’ê Gulanê bigirin 2017-04-30 13:57:57 ENQERE - Amadekariyên mîtînga 1’ê Gulanê ya li Enqereyê bê lidarxistin bidawî bû. Ewlehiya mîtîngê tenê ji polîsan re neyê hiştin û dê kedkar jî ewlehiyê bigirin. Amadekariyên mîtînga 1’ê Gulanê ya Enqereyê ku dê li Qada Kolejê bê lidarxistin ji aliyê komîteya amadekar a KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ve bi dawî bû. Yek ji xebatên herî girîng ên komîteya amadekar ewlehiya qadê ye. Wekî carên din jî dê sibê jî ewlehiya qadê ji aliyê 200 kesan ve bê girtin. Di çarçoveya amadekariyên 1’ê Gulana Enqereyê de bi sedan afiş û belavok hatin belavkirin. Dîsan ji bo tevlîbûna mîtîngê li gelek cihên Enqeteyê stant hatin vekirin. Ewlehiya qadê dê ji aliyê komîteya ji Midûryeta Enqereyê KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê ve bê girtin. Ewlehiya ku dê ji aliyê 200 kesên girêdayî komîteya amadekarin ve bê girtin, dê saetên serê sibê de li hemû cihên nêzî qadê lêgerîn bên kirin. Her wiha kesên ku ewlehiyê digirin dê welatiyan bi detektorê lêgerîn bikin. Komîteya amadekar dê li îstasyonên metro, ketin û derketinê peywirdaran bicih bike. Berdevkê Platforma KESK’ê yê Demî yê Enqereyê ku cihê di komîteya amadekar de digire Devrîm Kahraman, diyar kir ku ew dihizirin ku bi dehezaran kes tevlî pîrozbahiyê bibin, qada 1’ê Gulanê bi ewleye û ew kedkar, karker û gel dawetî qada Kolejê dikin.