Rojnameger Turfent 5 rojin rastî îşkenceyê tê 2017-04-30 14:53:42 WAN - Rojnameger Nedîm Turfend ê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Wanê hat kirin 5 rojin di hucreyê de tê girtin. Turfend diyar kir ku tu daxwazên wî pêk nînin û di bin tecrîdê de tê girtin. Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfend ku di 12'ê Gulana 2016'an de hat girtin, 5 rojin di hucreya yek kesî de tê girtin. Turfend ku bi riya telefonê agahî da malbata xwe diyar kir ku 5 rojin di hucreya yek kesi de tê girtin û wiha got: "Tu pêdiviyên min nadin min. Ez di 26'ê Nîsanê de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Bilind a Wanê hatim kirin. 5 rojin di hucreya yek kesî de têm girtin. Ji kantînê avê jî nadin min. Tu pêdiviyên min nayên bersivandin. Di 26'ê Gulanê de ez ji Colemêrgê sewqî girtîgegeha Tîma M a Wanê hatim kirin. Di 24'ê Mijdarêde dîsa sewqî Girtîgeha Ewlehiya wê Bilind hatim kirin. Di 23'ê Çile de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Ewlehiya Wê bilind hatim kirin. Di 26'ê Nîsanê de dîsa sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind hatim kirin. radyo, rojname û tu tiştên ragihandinê nadin min. Ez dixwazim min bişînin odeyan, rêveberiya girtîgehê bi hinceta cih tune min dernaxin odeyan. Endamên DAÎŞ û FETÖ di hucreyên 3 kesan de tên girtin." Turfend di 12'ê Gulana 20167an de di ketina Wanê de hatibû binçavkirin û hatibû girtin. Turfent, ku di 13'e Gulana 2016'an de bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin, salek e girtî ye û dê di 14'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê derkeve pêşberî dadgehê.