Heyeta CHP'ê rojnamegerên Silivrî ziyaret kir 2017-04-30 15:16:18 STENBOL - Heyeta CHP'ê rojnameger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahir Kanaat ê 103 rojin li Sîlîvrî girtî ne ziyaret kir. Heyetê diyar kir ku hêj nayê zanîn ku ji çi tên sucdarkirin. Heyeta CHP'ê li Girtîgeha Silivrî rojnameger ziyaret kirin. Heyeta ku ji Parlamenterê Meletî û Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Veli Agbaba, Parlamenterê CHP'ê yê Enqereyê Prz. Şanal Sarıhan, Parlamenterê Enqereyê Necati Yilmaz û Parlamenterê Muglayê Prof. Dr. Nurettin Demir pêk dihat li girtîgeha Sîlîvrî Midûrê DÎHA'yê Omer Çelik, Edîtorê Dîkenê Tunca Ogreten û Berpirsiyarê Muhasebeya BirGunê Mahir Kanaat ziyaret kirin. Edîtorê Dîkenê Tunca Ogreten di hevdîtina wekîlan de diyar kir ku ew hêj nizanin ji ber çi tên tawanbarkirin û rewşek feqrî û bi êş e. Ogreten, anî ziman ku bi hinceta maîlê Berat Albayrak parve kirine hatiye binçavkirin û bi hinceta endamê DHKP-C'ê ye hatiye girtin. ÇELÎK: EZ LI CEM ZAROKÊ 35 ROJÎ RASTÎ ÎŞKENCEYÊ HATIM Midûrê DÎHA'yê ya bi KHK'ê hat girtin Omer Çelik jî di hevdîtina heyeta CHP'ê de anî ziman ku ji ber nûçeyên maîlê çêkir hat binçavkirin û wiha got: "Ez ji ber maîlan hatim binçavkirin lê bi rêxistina terorê hatim girtin. Ji min pirsa "Tu çima çû kobanê? kirin. Li cem zarokê min ê 35 rojî îşkence li min kirin. Ez rastî tundî û lêdanê hatim. Li balkê îşkence limin kirin û xistin bin qeydê kamerayan. Destûr nedan ez bang li parêzer jî bikim. KANAT: EZ SÛCÊ XWE NIZANIM Berpirsiyarê Muhasebeyê ya rojnameya BirGunê Mahir Kanaat jî di hevdîtinê de diyar kir ku ew nizane ji ber çi tê tawanbarkirin.