Prof. Dr. Guney: Me gelek rojên wisa dîtin, em dê bi ser kevin 2017-04-30 17:27:56 MÊRSÎN - Akademîsyen û Hîndekarê Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Atilla Guney ê bi KHK'a dawî hat îxrackirin, bertek nîşanî helwesta hikûmetê da û diyar kir ku aw di gelek rêyên bi vî rengî re derbas bûn û gelek rojên bi vî rengî dîtin. Gunay, anî ziman ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin û dê ew bi ser bikevin. Akademîsyen û Hîndekarê Zanîngeha Mêrsînê Prof. Dr. Atilla Guney ê bi KHK'a dawî ya hêjmar 689'an hat dûrxistin li ser hesabê medya civakî bertek nîşanî helwesta hikûmetê û KHK'yan da. Guney, anî zimam ku berê gelek caran rastî rojên bi vî rengî hatine û ew li dijî van zextan dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Guney, bal kişand ser pêvajoya Serokwezîra Berê Tansu Çiller û ekîbê wê Mehmet Agar, Sedat Peker û wiha got: "Wê demê jî gund hatin xerakirin û valakirin. Wê demê jî xwîn hat rijandin û gelek kef hatin xwarin. Gelê Kurdistanê rastî koçberiyê hat. Wê demê ez bi perçekirinê hatim tawanbarkirin. 20 sal derbas bûn jiyana min a akademîk ku bi dadgehan dest pê kir, niha bi KHK'yan bi dawî bû. Dogu Perinçek ê wê rojê ez bi tetîkêşiyê di rojnameyan de teşîr kirim, min dizanîbû ku dê kar derxe. 20 sal derbas bûn niha jî Reisler, Axa, û Sedat Peker hene. Piştî 20 salan ji bo welatêku wekî şitla axa wê zuha bûbe em xwest bibin dilopek av. Me got em aştî dixwazin. Me kir qêrîn. Vê qerîna me di meşiyê genî bûne de bû awaz. Niha ji vê awazê û hawarê ditirsin. Em dê bi ser bikevin. Yên welat firotin têr nabin. Yên welat talan kirin têr nabin. Yên xwîn vexwarin têr nabin. Wisa difikirin ku me bi birçîbûnê terbiye bikin. Silav ji kedkarên çapemeniyê yên ji bo aştî û azadiyê hatin girtin û di girtîgehan dene. Silav ji hevrêyê min ên KESK'ê re. Em dê bi ser kevin. "