Cenaze bêyî testa DNA aşkere bibe defin kirin 2017-04-30 17:56:08 BEDLÎS - Cenazeyên 17 endamên HPG’ê yên di operasyonên li Bedlisê de jiyana xwe ji dest dan,bêyî li benda encama testa DNA rawestin li gorên bêkesan hatin difinkirin. Cenazeyên 17 endamên HPG’êyên di operasyona 28’ê Adar û 6’ê Nîsanê de li Herêma Tetwan û Bedlisê de jiyana xwe ji dest dan li 4 gorên cuda yên bêkesan hatin defin kirin. Tevî cenazeye Ridvan Demiragaç ê di nava 17 kesan de jiyana xwe ji dest dabû ligel ku malbatan ji bo testa DNA serî li Saziya Tipa Edlî dan jî bêyî ku DNA diyar bibe cenaze li gorên bêkesan hatin definkirin.