Sazî tevî mirovan mohr kirin 2017-04-30 18:51:32 ENQERE - Navenda Hilberîna Kolektif a Fabrîqeyê ku bi KHK ya hêjmar 689'an hat girtin, tevî ku 5 mirov di hundirê wê de hebûn mohr kirin. Îktîdara AKP'ê di 29'ê Nîsanê de KHK ya hêjmar 689'an îlan kir. Bi vê KHK'ê 4 hezar kedkarên din hatin îxrackirin. 14 komele, Rojnameyek û kovarek, 18 vaqif, 13 saziyên tenduristiyê hatin girtin. Yek ji saziyên hat girtin Navenda Hilberîna Kolektif a Fabrîqeyê bû. Navenda Hilberîna Kolektif tevî ku 5 mirov di hundirê wê de hebûn mohr kirin.