Eûtelsat xwest 3 televîzyonên Kurdan bigire 2017-04-30 19:51:08 NAVENDA NÛÇEYAN - Eûtelsatê xwest weşana Ronahî Tv, NewsChannel û Stêrk Tv yê bê rawestandin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Hat ragihandin ku Eûtelsayê ji bo sekinandina weşana Ronahî Tv, NewsChannel û Stêrk Tv yê ferman daye kargeha ûplînkê ya ku xizmetê dide van kanalan. Li gorî agahiyan piştî hewldana Saziya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) Eûtelsat ji bo sekinandina weşana 3 kanalên Kurdan ketiye nav tevgerê. Eûtelsatê talîmatek ji saziya ku xizmeta ûplînkê dide van kanalan a li Slovenyayê şandiye û xwestiye ku bila weşana Stêrk Tv û Ronahî Tv yê were sekinandin. Tê diyarkirin ku Eûtelsatê bi devkî ragihandiye ku bila weşana NewsChannelê jî were sekinandin. Eûtelsatê di îlona 2016’an de ji ber serîlêdana bi nivîskî ya RTUK’ê televîzyonên Kurdan ji Hotbîrdê derxistibû û ligel biryarên dadgehên Fransayê yên li dijî vê yekê bi metodên derhiqûqî weşana Newroz Tv û Med Nûçe Tv yê hatibû qutkirin.