Rêxistinên Şengalê: Divê Hêzên Navneteweyî erka mirovahiyê pêk bînin 2017-04-30 20:09:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Sazî û rêxistinên Şengalê êrîşên TSK'ê yên li dijî Şengalê û Rojava şermezar kirin û xwest Irak û hêzên Navneteweyî erka mirovahiyê pêk bînin. Saziyên Şengalê anîn ziman ku Berzanî û Erdogan bi van balafiran xwest plana 3’ê Tebaxê û 3’ê Adarê temam bike. Sazî â rêxistinên Şengalê û pêkhateyên Êzidiyan, bi armanca êrîşên TSK'ê yên li dijî Şengal û Rojava şermezar bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Meclîsa Avaker a Şengalê Xidir Salih piştî civînê daxuyanî da û wiha got: "Êrîşa hemwext a li Şengalê û Rojava tê wateya ku herdû cihan aliyê bîrdozî ve wekî hev tê dîtîn. Ji bo êrîşên hewayî yên balafirên artêşa Tirk li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê di heman rojê de û di hema wextî de diyar dike ku dewleta Tirk bi yek çav û yek bîrdoziyê li gelê Şengalê û Rojava dimeyzîne. Siyaseta Tirkan a li hember gelê bindest ê ku azadiya xwe û demokratiyê dixwazi ne.” Salih anî ziman ku êrîşan li ser Şengalê ne hewildanên yekemîn ê Tirkan bû û axivî: “Ev êrîşên hewayî yên dewleta Tirkan nehewildana destpêkê yê ku zorê li Êzidiyan dike û dixwaze êzidî dev ji ax û welatê xwe berdin. Dibe ku fikirê îslamyeta radîkal a bi navê DAIŞ'ê ji aliyê dewletan Tirk, Siûdî, Qeter, Berzanî û çend aliyên din be. Yan jî dewletan hewildan ku di 3’ê Tebaxa 2014’ an de vî fikirê pêkbînin. Aliyê ku herî zêde rolê mezin lîst ew jî PDK, ya ku femran dayî hêzên bi navê pêşmerge yên ku hêzên parastina Şengalê bû û hemû tugayên ku girêdayî PDK’ê ku xwe vekişin. Ev jî hêsanî da ku çeteyê DAIŞ'ê bikevin cihên me û bi hêsanî derbas bibin. Ji ber vê sedemê yekê malbatê me nikarîbûn cihê xwe vala bikin û ber bi cihekî bi ewlekarî ve biçin. Lewma bu sedema wê yekê ku bi hezaran însan bikevin destê çeteyan de û hîna pêşeroja wan nediyar. Her wiha çendî qetilam bi ser gelek ji wan de anîn. Li cem qurbaniyên plan, komplo armancên wan pêknehatin, bi saya derbasbûna yekîneyên parastina azadiyê yên ku bi hawara gelê Êzidî ve hatin û bi sedan şehîd li ber me de dan.” ‘BERZANÎ Û ERDOGAN BI SER NEKETIN Salih destnîşan kir ku plana êrîşa Xanesorê jî heman berdewamiya fermanê bûn û yên ev êrîş dan sekina din jî disan hêzên Êzidxanê bûn û wiha lê zêde kir: “Ji bo berdewamiya planên ku di 3’ê Tebaxa 2014'an de destpêkirî, Berzanî piştî ku serdena Tirkiyê kir û hevdîtin bi Erdogan re çêkir. Komek ji penaberên Rojava, penaberî Herêma Kurdistanê û çend kes ji îstixbaratên Tirkî, çend çeteyên DAIŞ'ê deverê cûda hatibûn veguhastin. Ev hêz ji aliyê Berzanî ji ve li Herêma Kurdistanê di van demên dawî de hatin perwerdekirin, yê esas, ew hêz amade dikirin MÎT'a Tirkiyê bû. Berdewamiya plana Erdoxan, Berzanî ji bo dagirkirina Şengalê, ew jî bi Xanesor bi ewle bû û tenê Hêzên Êzidî tê debûn. Yên bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê(YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengal(YJŞ) û Asayîşa Êzîdîxan û komek ji malbatên Êzidî, lê ev jî li hember îrade û berxwedaniya şervanên Êzidî bi ser ne ket.” ‘ARMANCA ÊRÎŞÊN HEWAYÎ VALAKIRINA ŞENGALÊ BÛ' Salih, li ser armanca êrîşên balafirên şer ên li dijî Şengalê jî rawestiya û wiha got: “Îro jî Berzanî dîsa dixwaze plana qirêj vê carê jî bi alîkariya balafirên Tirk, komployên roja 24/4/2017'an çiyayê Şengalê û welatiyên sivîl ên Êzidî bi balefirên Tirkiyê bûn hedef. Hemû kîn û nefreta kûr di çiyayê pîroz û gelê wê yê berxwedêr de valekir. Dîsa weke carên din armanca wan ew bû ku welatiyan ji herêmê vala bikin. Dîsa Erdogan û aligirê Berzanî bi planên xistina qurbaniyên mirovî weke ku wan dixwest pêk nehat. Lê tevî vê yekê rewşên tirs û nexeweş ên ku li gel hinek ji welatiyên çiyê çêbûyî, lê gel dev ji axa xwe ya pîroz a bi xwîna zarokên wan hatî avdan ber nadin. Em li vir berpirsiyarên berxwedana Êzîdiyên di çiyayê Şengalê de dipirs in? Heta kengê ev bêdengiya heremê û dewletên li hember destdirêjiyên ser mafên mirovan yên ku ji aliyê Erdogan û Berzanî ve bi mafê ola Êzidiyan wê were kirin.” ‘DIVÊ IRAQ Û HÊZÊN NAVNETEWEYÎ ERKA MIROVÎ PÊK BÎNIN' Salih, ji hêzên Iraqê û navnetewî xwest ku erkê xwe yê mirovahî bi cîh bînin û wiha lê zêde kir: "Em daxwazê ji hikumeta Iraqê dikin ku berpirsyartiya xwe ya niştîmanî beriya ya însanî pêkbîne û li hemberî van êrîşan bisekinin. Em ji hikumeta Iraqê daxwaz dikin ku hinek pêngavên cidî bi avêjin. Li ser vî esasî em ji parlemetoya Îraqê daxwaz dikin ku vê daxwaza me bibe Netewên Yekbûyî û biryar bide vê daxwaza me weke gileyekê bibe Meclîsa Parastinê ya Nevnetewî. Em vî tiştê mîna pêngavek rast dibînin. Em daxwaziyê ji Hikumeta Iraqê dikin ku nûnerê dewleta Tirkiyê li Bexdayê dimîne bê lêpirsîn kirin. Dîsan têkiliyên bazirganî ya dinavbera Iraqê û Tirkê de bê qutkirin ku heta Erdogan ji vê biryara xwe ya êrîşkirina li ser Iraqê bide rawesandin. Her wiha em daxwaz ji Hikumeta Başûr dikin ku seknek mîna vê li hemberî Serokê PDK'ê Mesûd Berzanî, weke ku em berpirsyarê yekemîn yê ku bûyî sedem ku jenosîd li ser gelê Êzidî de hat û lêpirsînek navnetewî û herêmî bê vekirin. Ji ber sedemê ku paşvekişandina pêşmeregeyan ya li ser xaka Şengalê. Her wiha em daxwaz dikin ku dosya jenosîda Êzidiyan bê veguhestina dadgeha darizandin a navnetewî. Em daxwaz dikin Meclîsa Ewlekelarî ya navtewî dikin heyeta Netewên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropî ku ji wargehên Êzidiyan re parastineka navnetewî û qedexekirina hewayî ji bo balafirên Tirk lê vê deverê bê çêkirin.” Serokê Meclîsa Şengalê Xidir Salih herî dawî anî ziman ku dê hat dawî li ber xwe bidin û wiha got: “Careka din em balê dikîşinên ser vê, em li vir li berxwedidin û bi axa xwe û welatê xwe ve girêdayîne û bi çi awayî be jî em dev jê bernadin. Em bang li hemû Êzidyan dikin çi li herêma Kurdistan bin yan jî li derveyî welat bin vegerin ser axa xwe ya Êzidxan. Tevlî nava hêzên Êzidî ya parastina şeref û kerameta Êzidyan bibin. Em ji gelê xwe re destnîşan dikin ku em ber bi rêveberiya xweser a Şengalê û herêmek xweser a girêdayî hikûmeta fedederal ve diçin.”