Li Amanosê şer: Leşkerek û cerdevanek birîndar bû 2017-05-01 07:44:50 HATAY -Li Çiyayê Amanos ê li navçeya Dortyola Hatayê di navbera HPG’î û leşkerên derketin operasyonê de şer derket. Di şer de leşkerek û cerdevanek birîndar bû. Li herêmê operasyonek berfireh hat destpêkirin. Li bejahiya Zozanên Pekmezcî yên Çiyayê Amanosê yê li navçeya Dortyola Hatayê ye duh di saetên şevê de, di navbera HPG’î û leşkerên derketine operasyonê şer derket. Piştî pevçûnê gelek ambulans û wesayît sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gorî daneyên destpêkê di şer de leşkerek û cerdevanek birîndar bûne. Kesên birÎndarbûne bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dortyol û Îstenderunê. Hat zanîn ku leşkeran li herêmê operasyonek berfireh dane destpêkirin.