25 HKP’iyên xwestin bikevin Taksîmê hatin binçavkirin 2017-05-01 10:55:44 STENBOL - Endamên HKP’ê yên xwestin ji Beşîktaşê bikevin Taksîmê rastî astengiya polîsan hatin û 25 kes hatin binçavkirin. Gelek komên siyasî û derdorên cuda ên dixwazin 1’ê Gulanê li Qada Taksîmê ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve hatiye qedexekirin pîroz bikin li cihên cuda kom dibin û bi polîsan re têdikoşin. Endamên Partiya Rizgariya Gel (HKP) ên bi flamarên xwe xwestin ji Kolana Barbaros a Beşîktaşê bikevin Taksîmê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û 25 kes hatin binçavkirin. ÎZMÎR Li Îzmirê jî di saetên serê sibê de polisan bi ser malên endam û rêveberên HDP, DBP û ESP'ê de girt û gelek kes hatin binçavkiin. Yekîneyên TEM'ê li navçeyên Çîgli û Bornovayê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP, DBP, ESP'ê de girt û gelek kes binçavkirin. Hin kesên hatin binçavkirin navê wan wiha ne: Gozde Demirel, Berdevka SKM'ê Beritan Altun, Mujgan Buyukgol, Seyithan Semo, Xwendekarê Kaldiraçê Yagmur Çetindere, Hevserokê HDP'ê ye Çigli Mujgen Buyukgol