'Kê peşmerge dan kuştin?' 2017-05-01 11:16:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Mihyedîn Melko bal kişand ser kuştina 5 pêşmergeyên li Şengalê û wiha got: "Hat gotin ku cihê 5 pêşmergeyên li Şengalê ji hêla balafirên TSK’ê ve hatin şehîdkirin, ji hêla Mesrûr Barzanî ve ji MÎT’a tirk re hatiye ragihandin." Nivîskarê Rojava Medya Mihyetîn Melko, di nivîsa vê hefteyê de bal kişand ser kuştina 5 peşmergeyên PDK'ê. Melko, diyar kir ku pêşmerge bi agahiya ku Mesrur Barzanî daye MÎT'ê cihê wan hatiye tespîtkirin û kuştin. Melko anî ziman ku piştî bombebarana li dijî Şengal û Qereçoxê ya di 25’ê nîsanê de rastiyeke rûreş derket holê û wiha got: "Hat gotin ku cihê 5 pêşmergeyên li Şengalê ji hêla balafirên TSK’ê ve hatin şehîdkirin, ji hêla Mesrûr Barzanî ve ji MÎT’a tirk re hatiye ragihandin. Dema mirov vê îdiayê dibihîze naxwaze bawer bike, lê heke mirov hinekî li detayên plan û projeyên AKP-PDK’ê mêze bike, bi rehetî dibîne ku ew gotin rast in." 'Gelo çawa û çima?' Melko, destnîşan kir ku beriya mehekê ango piştî êrîşa ewil a di 3’yê adara 2017’an de li ser Şengalê pêk hat û wiha cih da nivîsa xwe: "Me li ser naveroka peymana qirêjî ya di navbera Barzanî û Erdogan de bi berfirehî nivîsandibû. Wê demê li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer, me xal bi xal peymana nepenî ya PDK-AKP’ê bi sernivîsa ‘Plana Barzanî çi bû’ vegotibû. Em xaleke wê peymanê dîsa bi bîr bînin û fêm bikin ka AKP’ê ji Barzanî çi xwestibû? * Divê PDK ji bo ceribandina refleksa gelê Başûr û raya giştî ya cîhanê êrîşeke ceribandinê ji bo paqijkirina Şengalê pêk bîne. (Ev êrîş di 3’yê adara 2017’an de pêk hat û hejmareke şervanên êzîdî û rojnameger Nûjiyan Erhan şehîd bûn) Bi vê êrîşê dihate xwestin ku li Şengalê di navbera pêşmerge û hêzên PKK’ê de xwîndarî derkeve. Piştî vê yeke jî dê li dijî Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi derewa ‘PKK xwîna kurdan dirijîne’ bihata berfirehkirin. Lê şervanên YBŞ’ê bêyî ku şerekî çalak li dijî pêşmergeyan bikin, sîng û bedena xwe kir mertal li pêşberî zerîpoş û tangên PDK’ê yên ji bo dagirkirina Şengalê hatibûn. Vê dîmenê gelek planên dihatin kirin di wijdana gelê kurd de têk birin. Piraniya gele Başûr û pêşmergeyên berê li hemberî vê êrîşa bêexlaq nerazîbûneke mezin nîşan da. Li gorî çavkaniyên nêzî PDK’ê, rojekê beriya bombebaranê şandeyek ji PDK’ê û heyetek ji MÎT’a tirk li deriyê sînor ê Xabûrê li hev civiyan." Melko, da zanîn ku tê gotin ku ew cihên li Şengalê bên bombekirin di wê civînê de hatin diyarkirin û di civînê de Mesrûr Barzanî jî hebû û wiha berdewam kir: "Şeva ku bombebaran pêk bê ev agahî ji hêla Wezirê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu ve ji Nêçîrvan Barzanî re hat ragihandin. Jixwe ji ber vê yekê Erdogan got ku wan beriya êrîşê Barzanî agahdar kiriye. Diyar e ku Barzanî bi zanebûn pêşmerge kirine hedefa balafirên şer ên artêşa tirk (TSK) û xwestiye ku piştî qetilkirina pêşmergeyan PKK’ê tawanbar bike û gelê başûrê Kurdistanê li hemberî hebûna YBŞ’ê ya li Şengalê bizêrîne. Bêguman ev yek jî kirin." Melko, herî dawî bal kişand ser agahiyên tên şolîkirin jî û wiha nivîsa xwe bi dawî kir: "Hema piştî bombebaranê PDK’ê bi daxuyaniyeke fermî li şûna Tirkiyeyê şermezar bike, PKK sûcdar kir. Saziyên çapemeniyê yên mîna Rûdaw û K24 ku bi aqilê MÎT’a tirk tên birêveberin, di nava gelê Başûr de kampanya li hemberî PKK’ê da destpêkirin. Ev pêşketin hemû nîşan didin ku bi rastî jî xwîna wan pêşmergeyan û şervanên YPG’ê yên li Qereçoxê bi destê rayedarên PDK’ê ye. Lewre divê ew demildest xwe ji vê plana qirêjî bikişîne û lêborînê ji gelê kurd bixwaze."