Kesên di qetlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn 2017-05-01 11:40:21 ENQERE - Bernameya 1’ê Gulanê ya Enqereyê bi bîranîn kesên di qetlîama 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan destpêkir. Piştî bîranînê bi wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane ber bi mîtînga li Qada Kolejê ve dest bi meşê hat kirin. Bernameya1’ê Gulanê ya Enqereyê bi bîranîn kesên di qetlîama 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan destpêkir. Di bîranînê de malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndarbûne, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk amade bûn. Di bîranîna ku saeta qetlîamê 10.04’ê pêk hat de, dirûşmeya “Rojek dê bê û qetlîam dê heseb bidin gel” hat berzkirin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê DÎSK’ê yê Enqereyê Tayfun Gongur axivî û diyar kir ku 1’ê Gualan 1977’an û 10’ê Cotmeha 2015’an dema hêzên serdest pêwîstî bi kaosê dîtin hatin jiyîn û wiha got: “Em soza têkoşîna demokrasî û dadê didin kesên di 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane. Em soz didin wan heta qatil û kesên li pişt wan bên dîtin em ê li pey wan binç. Em soz didin wan ji bo demokrasiyê dest ji têkoşînê bernedin û em ê Tirkiyeyek ronî ava bikin bi vê baweriyê em carekdin bejna xwe li ber wan ditewînin. Me ji bîr nekiriye û nadin jibîr kirin jî.” Piştî axaftinan Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, bang li her kesî kir ku tevlî doza 10’ê Cotmehê ya dê sibê bê dîtin bibin. Piştî bîranînê malbatên 10’ê Cotmehê, ber bi mîtînga li Qada Kolejê ketin rê. Malbat dê bi wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li Qada Kolejê bin.