Parlamenterê HDP'ê Ayhan hat berdan 2017-05-01 13:32:09 RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, ku serê sibê li Balafirgeha GAP'ê hat binçavkirin hat berdan. Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahim Ayhan, ji bo biçe Enqereyê dema çû balafirgeha GAP'ê, li balafirgehê hat binçavkirin. Ayhan ku ji ber der barê wî de 2 doz hatine vekirin û biryara girtinê heye hat binçavkirin û birin Edliyê. Ayhan ku piştî di kontrola tenduristiyê re derbas kirin û birin Edliyê, têkildari pêşwazîkirina Koma Aştiyê ya li Rihayê li 7'emîn Dadgeha Asliye Ceza îfade da. Ayhan ku bi hinceta "Propaganda rêxistinê kiriye" îfade da piştre jî dîsa bi hinceta di sala 2009'an de di qeyda deftera BDP'e de nelirêtî kiriye li 4'emîn Dadgeha Asliye Ceza îfade da û serbest hat berdan.