Sara Aktaş derxistin edliyeyê 2016-12-01 10:54:03 STENBOL- Siyasetmedara kurd endama KJA'yêSara Aktaş piştî karên fermî yên li edliyeyê derxistin Edliyeya Stenbolê. Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) a ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin Sara Aktaş a li Stenbolê li balafirgehê hatibû binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê sewqî edliyeyê hate kirin. Li ser dosyaya Aktaş biryara veşarîbûnê heye. Nûçeyên çapemeniya hewzê ya ku bi pasaporta sexte hatiye binçavkirin ji ber ku li ser Aktaş nasname û pasaporta wê derket jî pûç derket.