Akademîsyenên hatin îxrackirin hatin binçavkirin 2017-05-01 16:56:25 AMED - Akademîsyenên Zanîngeha Dîcleyê yên bi KHK’ya beriya çend rojan hati îlankirin hatin îxrackirin di serdegirtina malan de hatin binçavkirin. Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’ya beriya çend rojan hat îlankirin 484 akademîsyen hatin îxrackirin. Ji 484 akademîsyenên hatine îxrackirin 66’an danezana aştiyê îmze kiribûn. Ji Zanîngeha Dîcleyê 16 akademîsyenên îmzeya aştiyê dan hatin îxrackirin. Polîsan bi ser malên akademîsyenên hatine îxrackirin de girtin, ew binçavkirin û birin Midûryeta TEM’ê. Li gorî hesaba @BarisAkademik a ku derbarê binçavkirina akademîsyenan de agahî dan herî kêm 7 akademîsyen hatine binçavkirin. Navê akademîsyenên hatine binçavkirin ne hatin dayîn û di hesabê de ev tişt hatin gotin: “em dizanin niha li Amedê 7 akademîsyenên aştiyê hatine binçavkirin. Rewşa wan a tendirûstî başe û maralê wan li cihe. Em dixwazin akademîsyenên ku bi awayekî bêhiqûqî li malên wan hatine geran û hatine binçavkirin demildest bên berdan.” Navê hinek akademîsyenên hatine binçavkirin wiha ne: Yilmaz Turgut, Murat Kizil, Emîne Meşe, Fîkret Uyar, Suleyman Kizil, Tahsîn Sogut, Yasîn Bedîr. Akademîsyen Yasîn Bedîr binçavkirina xwe li ser hesaba xw eya Twitterê bi van gotin “Li mala min lêgerîn tê kirin û min binçav dikin” ragihand. Navê akademîsyenên aştiyê yên ji Zanîngeha Dîcleyê hatine îxrackirin wihane: Alaattîn Selçuk Ertekîn, Aydin Gelmez, Dogan Kurt, Emîne Meşe, Fîkret Uyar, Îrfan Açikgoz, Murat Bîrîcîk, Murat Kizil, Mustafa Sînemîllîoglu, Suleyman Kizil, Tahsîn Sogut, Yasemîn Bulut, Yasîn Bedîr, Yilmaz Turgut, Zekî Kanay, Zuhal Toker.