Piştî ji ser dikê daket hat binçavkirin 2017-05-01 19:24:54 MÊRSÎN - Li Mêrsînê, ji solîstên Koma Muzîkê ya Waweylê Bariş Arun ê ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran derket ser dikê, piştî ji dikê daket hat binçavkirin. Li Mêrsînê, ji solîstên Koma Muzîkê ya Waweylê Bariş Arun ê ku ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran derket ser dikê, hat binçavkirin. Arun ê ku piştî stran gotin û ji ser dikê daket, polîsan ragihand ku der barê wî de lêpirsînek heye û ew binçavkirin. Arun, birin Muduriyeta Polîsan a Mêrsînê.