Hevşaredara Payîzavayê Çetin hat binçavkirin 2017-05-01 20:29:54 WAN - Hevşaredara Payîzavayê Yildiz hat binçavkirin. Hevşaredara Payîzavaya Wanê Yildiz Çetin, bi hinceta der barê wê de biryara zevtkirinê heye hat binçavkirin. Çetinê birin Muduriyeta Polîsan a Wanê û hat ragihandin ku dê sibê wê sewqî edliyeyê bê kirin. Her wiha Çetin di 29'ê Adarê de jî hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan.