Dozger îdîa kir ku Ocalanê di bin tecrîdê de ferman daye 2017-05-02 09:03:28 AMED - Hevserokê DBP'a Bajar ê Amedê Alî Şîmşek, ji ber axaftinên xwe yên di dema "qedexeya derketina kolanan" de hatibû girtin. Piştî 13 mehan şûn de, derbarê Şîmşek de bi daxwaza 20 sal cezayê girtîgehê îdîaname hat amadekirin. Dozger, di îdîanameyê de parast ku Şîmşek li ser talîmata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 2 sal in agahî jê nayên wergirtin, tevgeriyaye. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr a Amedê Ali Şimşek, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, di 17'ê Nîsana 2016'an de hatibû girtin. Piştî 13 mehan şûn de, dozgeriyê îdianameya der barê Şimşek de amade kir. Îdianame ji 40 rûpelî pêk tê û ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di îdianmeyê de dozger xwest ku, Şimşek bi îdiayên "Endamtî û propagandaya rêxistinê", ji 8 sal û nîvan heta 20 salan bê cezakirin. Di îdianameyê de, Şimşek ji ber daxuyaniyên çapemeniyê, hevpeyvînên xwe yên li sazî û dezgehên çapemeniyê yên herêmî û netewî û 22 meşên ku di Îlona 2015- Nîsana 2016'an de li Amedê hatin lidarxistin, tê tawanbarkirin. Dozger, di îdianameyê de bi bîr xist ku, ji ber Şimşek têkildarî "xwerêveberiyê" daxuyanî dane, der barê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û hatiye binçavkirin. SAETA DÎWARAN A DBP'Ê WEK 'SÛC' HAT HESIBANDIN! Di çarçoveya lêpirsînê de, polîs avahiya DBP'a bajêr sehî kiribûn. Di lêgerînê de dest danîbûn ser saeta dîwaran, pirtûk, kovar û kompîturan. Dozgeriyê di îdianameyê de ev tişte hemû wek delîlên sûcî hesibandin û her wiha saeta dîwaran a li avahiya DBP'ê ku wêneyê rûxandina Kobaniyê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin û nivîsa "Bedêla Azadiyê" li ser nivîsandî jî wek sûc hesiband û parast ku, ev saet ji bo di warê aborî de alîkariya rêxistinê bê kirin hatine çêkirin. Dozger, wêne û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wek unsûrên sûcî hesibandin. Her wiha pankarta ku wêneyên siyasetmedarên kurd Cihan Deniz û Husnu Ablay, ên ku di 23'yê Hezîranê de li Dîlokê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, û nivîsa "Şehîdên Kurdistanê Nemirin" li ser nivîsandî jî wek "propagandaya rêxistinê" hesiband. DOZGER, NÛÇEYA KU DI GOOGLEYÊ DE DÎT JÎ WEK DELÎL HESIBAND Kesekî/e ku navê wî nayê aşkerekirin, parvekirinên Şimşek ên ku di dema qedexeyan de li ser hesabên xwe yên civaka medyayî parvekiribûn, li BÎMER'ê gilî kirine û dozger di îdianameyê de cih da van giliyan jî. Lê belê, dozger diyar nekiriye ku kîjan parvekirinên Şimek wek sûc hatine hesibandin. Dozger, li ser înternetê li nûçeyên der barê Şimşek de geriyaye. Diyar kir ku, di encama van lêgerînan de nûçeyek di 25'ê Hezîrana 2015'an de li haberler.com'ê de heye û Şimşek di vê nûçeyê de ji bo Kobaniya ku DAIŞ'ê êrîşî wê dikir, "DBP ji bo çûyîna ser sînor" bang kiriye. Her wiha dozger, beşdarbûyîna protestoya Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê û Roja Zimanê Dayikê û axaftinên Şimşek ên di van çalakiyan de jî wek sûc hesibandin. Dozger, di îdianameyê de parast ku Şimşek di axaftinên xwe de ji bo operasyonên li bajarên ku "qedexeya derketina kolanan" li wan hatin îlankirin "komkujî" û "dorpêç" gotine, çalakiyên endamên PKK'ê jî wek "berxwedan", "têkoşîn" wesifandine û ji bo kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî gotiye "şehîd" û bi awayekî aşkere piştevaniya xendek û barîkatan kiriye. Dozger, diyar kir ku Şimşek axaftinên teşwîqî yên ku ji bo nêrîn û fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê civakê ve esas bên girtin û mayînde bibin kirine. Dozger, der pêş kir ku ev axaftinên Şimşek, di çarçoveya azadiya ramanê de nayên nirxandin. Dozger, parast ku çalakiyên ku Şimşek beşdarî wan bûne, tenê di çarçoveya fealiyetên siyasî de nayên dîtin. Di îdianemeyê de hat derpêşkirin ku Şimşek bi serokatiya xwe ya DBP'a bajêr li gor bereka armanc û fealiytên PKK û KCK'ê tevgeriyaye û di vî warî de wî bi "endamtiya rêxistinê" tawanbar kir. Her wiha dozger, îdia kir ku Şimşek di hemû çalakiyan de hêz û nasnameya xwe ya siyasî spasrtiye PKK/KCK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Dîsa îdia kir ku, li gor talîmatên Ocalan, PKK û KCK'ê tevgeriyaye, di aleyha yekpareyiya welat de daxuyanî dane û bi van daxuyaniyan îlankirina xwerêveberiyê rewa nîşan daye û bi vê re girêdana xwe ya ji bo rêxistinbûyîna KCK û Ocalan nîşan daye. ŞIMŞEK TAWANBARÎ RED KIRIN: ARMANCA ME RÊGIRTINA LI BER MIRINAN BÛ Şimşek, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de hemû tawanbarî red kirin. Bi awayekî pûxteyî îfadeya Şimşek wiha ye: "Ez hevserokê partiyeke siyasî ya legal a bajêr im. Mebesta me ew bû ku em biçin herêma Sûrê, bûyerên li wir bibînin û qedexeyên derketina derve protesto bikin. Mebesta me ew bû ku em li dijî vê bi reflekseke civakiyî rawestin û bertekê nîşan bidin. Mebesta me ew bû ku, em rê li ber mirina mirovan bigirin. Mebesta me ew bû ku, em balê bikşînin ser rewşa heyî ya li Sûrê." Dê di Hezîranê de Şimşek li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê darizandin.