'Tirkiye wisa tev bigere dê li dervê KE'yê bimîne' 2017-05-02 09:05:07 ENQERE - Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa biryara venêrtina pêvajoya Tirkiye da, Tirkiye li şûna xwe rast bike dîsa bi lez û bez KHK'yek din îlan kir. Sazî û dezgeh girtin, akademîsyen û karmen îxrac kirin. Saziyên parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku ger Tirkiye wisa tev bigere dibe ku Tirkiye li dervê Konseya Ewropa bimîne. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa (MPKE) ji ber Tirkiye OHAL îlan kir û bi KHK'yan binpêkirina mafên mirovan zêde kir, biryar da ku têxe pêvajoya venêrtinê. Piştî MPKE'ê biryar da li şûna Tirkiye xwe di ber çavan re derbas bike, dîsa KHK yek din îlan kir û sazî û dezgeh girtin. Karmend û akademîsyen îxrac kirin. Parazvanên mafên mirovan û Saziyên mafên mirovan rewşa Tirkiye nirxandin û diyar kirin ku ger Tirkiye wisa tev bigere dibe ku li dervê Konseya Ewropa bimîne. Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Metin Bakkalci, anî ziman ku Tiriye mafê 80 milyon mirovan binpê dike û wiha got: "Ji bilî biryara MPKE'ê geşedanên li Tirkiye pêş dikevin mirovan xemgîn dike û diqeherîne. Em dikarîbûn bi hevre di nava aştiyê de bijîyana. Me li ser van êş û jinan bi dehan rapor nivîsandin. Me rapor pêşkêşî rayedaran kir û me got êşên mezin hene. Me got bi van êşan çareserî pêş nakeve. Me hikûmet hişyar kir. Me bi devkî û nivîskî bi dehan caran bi rayedaran re parvekir. Lê ji ber ku me nekarîbû van êşan rawestîne niha em di bin şerma giran dene. Ne tenê di raporên saziyên mafên mirovan de, di raporên Neteweyên Yekbûyî û raporên Konseya Ewropa de jî bi dehan caran ev rewş hat ziman. Rastî li ber çavên her kesî ye. Her kes bi çavê xwe van binpêkirinan dibîne. Ji ber vê yekê biryara MPKE'ê ji bo me ne surprîz bû. Divê berî ku biryar hatiba dayîn ev niqaş hatibana kirin û Tirkiye gav avetibûna. " PÊVAJOYA ŞOPANDINÊ NEXŞERÊYA TIRKIYE YE Bakkalci, anî ziman ku 47 endamên MPKE'yê hene û wiha got: "Tirkiye bi daxwaza xwe di sala 1950’an de bû endamê MPKE'yê. Sedema hebûna MPKE'ê jî paraztina mafên mirovan, serdestiya hiqûqê û parastina demokrasiyê ye. Ev biryara MPKE'ê ji bo Tirkiye nexşerê ye. Divê Tirkiye ji bo xwe vê yekê bike regeh û recete. Lê mixabin binpêkirina mafan zêde dibe. Li ser vê biryarê Tirkiye KHK yek din îlan kir. Divê em rê li pêş wekhevî û aştiya di nava 80 milyonan de vekin." ŞERÊ LI HERÊMÊ JI BIRYARA MPKE'ê BÊTIR MIROVAN DIÊŞÎNE Bakkalci, da zanîn ku şerê li herêmê pêş dikeve ji biryara MPKE'ê bêtir mirovan diêşîne û bêtir mirovan giran e. Divê em tenê pekî pirsgirêka kurd li mijarê nenerin. Divê em wekî meseleya mirovahiyê li mijarê binerin. Bakkalci, bertek nîşanî gotina “em biryara” îktîdarê nasnakin da û wiha got: “Îktîdar derbasdare, lê biryara MPKE’yê biryarek stratejîke. Em ji bo demekê me birêve bibin rayeyê didin destê wan û û destûr didin ku derbarê jiyana me de biryarê bidin. Hemû kêmaniyên tên jiyîn bi destê mirovan tê kirin. Ger ev bi destê mirovan tê kirin wê demê em dikarin pêşiya vê bigirin. Wê demê divê demildest em pêşiya vê bigirin. Bes wekî civakê em xwe tevlî demokrasiyê bikin.” ÎHOP: GER TIRKIYE VÊ REWŞÊ BIDOMÎNE DÊ LI DERVEYÎ KE’YÊ BIMÎNE Koordînatorê Giştî yê ÎHOP’ê Feray Salman, da zanîn ku biryara MPKE’yê dema welatên endam di rêvebirina demokrasiyê de paşguhkirinek hat jiyîn ji bo van paşguhkirina ji holê rake wekî mekanizmaya diyalogê divê bê hizirîn û wiha pêde çû: “Heta paşguhkirin ji holê rabin dê pêvajo bidome. Ev mekanizmaya kontrolkirinê ji ber MPKE bi baweriyê hatiye êşandin dibe ku ew welat li derveyî MPKE’yê bimînin. Heta niha tiştek wiha ne hatiye jiyîn.” TIRKIYE NIRXÊN KE’YÊ GELEK DERBAS KIRIYE Salman, bi lêv kir ku biryar di encama xebat taybet a “di biryar de mekanîzmayên biryarên komê” hatiye dayîn û wiha axivî: “Qedexeyên sala 2015’an ên derketina derve, tiştên wê demê hatin jiyîn, piştî darbeye îlankirina OHAL’ê û derxistina KHK’yan pêvajoyek bi xwe re aniye, îlankirina OHAL’ê nayê wateya binpêkirina nirxên MPKE’yê. Lê Tirkiyeyê ev derbas kirin. Pêvajoya girtina rojnameger, siyasetmedar, rêveberiya herêmî radestkirina navendê heta niha ne hatibû jiyîn. Me bi dehan caran got dê mekanizmaya kontrolê bikeve dewrê. Di dema pêvajoya şopandina Tirkiyeyê dê heyet ji Ewropayê biçin, ya ji Tirkiyeyê tê divê li gorî vana tevbigere. Mijara ‘darvekirinê’ ya ku Serokomar Erdogan her tim tîne rojevê xeta sor a MPKE’yê ye. Li welatekê ku cezayê darvekirinê rakiriye carekdin anîne ziman bi awayekî vekirî li derveyî Konseya Ewropayê dimîne.”