Bi dehan kes hatin binçavkirin 2016-12-01 11:28:25 NAVENDA NÛÇEYAN- Serê sibehê di serdegirtinên malan ên Agirî, Edene û Wanê gelek kes hatin binçavkirin. Li Enqereyê jî 3 kes hatin girtin. 3 XWENDEKAR HATIN GIRTIN Li enqereyê di serdegirtinên malan ên 25'ê mijdarê de ji 11 kesên hatin binçavkirin 3 kes hatin girtin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê xebatkarê rojnameya Ozgulkuçu Demokrasiyê Şahîn Bardakçi û Bariş Boyraz jî di nav de 9 ke bi şerta kontrola edlî hatin berdan. Xwendekarên bi navê Şehrîban Zuhurlî, Rûken Turemîş û Erhan Demîr ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. 17 KES HATIN BINÇAVKIRIN Li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê di operasyonên ku bi piştgiriya helîkopteran ve hat kirin de bi gel gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinan de li malan lêgerîn hat kirin û zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat hînbûn û kesên hatin binçavkirin birin emniyeta Ceyhanê. Hate hinbûn ku heta niha 17 kes hatine binçavkirin û di nav de endam û rêveberên HDP'ê jî hene. Navên kesên ku hatin binçavkirin ev in: Mehmet Kaya, Resul Kaya, Seyfî Gîrîşkîn, Reşît Bahadir, Cevat Bahadir, Ridvan Bahadir, Murat Arslan, Bilal Baysal, Serdem Baysal, Mustafa Zeren, Şukran Aydogan, Ahmet Akîs, Mehmet Turgut, Hêvî Turgut, Kerem Şendul, Hediye Teke û Mehmet Kaya. NÛÇEGIHAN HAT BINÇAVKIRIN Li navçeya Erdîşê ya Wanê nûçgihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibû girtin, Îdrîs Yilmaz û bavê wî Îbrahîm Yİlmaz hatin binçavkirin. Piştî lêgerîna li malê bav û kur birin Midûriyeta Emniyetê ya Erdîşê. Li emniyetê piştî îfadeyê Îdrîs Yilmaz hat berdan, Îbrahîm Yilmaz ê ku sedema binçavkirina wî nayê zanîn hê jî li emniyetê tê rawestandin. SEROKÊ HDP'Ê YÊ NAVÇEYA NAVENDÎ HAT BINÇAVKIRIN Li Agiriyê serê sibehê di serdegirtinên malan de Serokê Navçeya Navendî ya Agiriyê Cengîz Araç û xebatkarê şaredariyê Nurullah Oner hat binçavkirin. 2 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Emniyetê ya Agiriyê.