Endamê Peşxistina YE'ê Hahn: Tirkiye ji pîvanên YE'ê dûr dikeve 2017-05-02 13:32:23 BRUKSEL - Endamê Berpirsiyarê Pêşxistina Yekîtiya Ewropa (YE) Johannes Hahn, diyar kir ku tiştek bi navê demokrasiyê li Tirkiye tune û Tirkiye her ku diçe ji pîvanên YE'e dûr dikeve. Endamê Berpirsiyarê Pêşxistina Yekîtiya Ewropa (YE) Johannes Hahn, diyar kir ku tiştek bi navê demokrasiyê li Tirkiye tune û Tirkiye her ku diçe ji pîvanên YE'e dûr dikeve. Hahn, der barê endamtiya Tirkiye ya YE'ê û pêşeroja Tirkiye de ji Ajansa Nûçeyan a Reutersê re axivî. Hahn, xwest Tirkiye ji nûve û têkiliyên nû bi YE'ê re pêş bixe û wiha got: "Her kes hem fikire ku Tirkiye ji pîvan û perspektifên YE'ê dûr dikeve. Hahn, anî ziman ku ji çileyê sala par heta niha li gorî muzakereyên endamtiyê bi Tirkiye re hevdîtinên aboriyê nekirine. Hahn, bal kişand ser azadiya çapemeniyê û da zanîn ku Tirkiye di milê çapemeniyê û binçavkirina bi komî de Tirkiye ji pivanên YE'ê dûr ketiye û wiha got: "Pivan û krîterên YE'ê nayên muzakerekirin. Rewşa mafên mirovan bi buzakereyan nayê cudakirin. Li Tirkiye Demokrasiya Tîpa Tirk heye. Di cîhanê de versiyona demokrasiya tirk tune ye. Tirkiye di milê demokrasiyê û mafên mirovan de her ku diçe ji pîvanen YE'ê dûr dikeve.