Erdogan bû endamê AKP'ê 2017-05-02 14:07:39 ENQERE - Serokomar Erdogan li ser biryara Biryara Navendî û Lijneya Rêveber a AKP'ê bû endamê AKP'ê. Ji bo endamtiya Serokomar Erdogan a AKP'ê, merasim hat li darxistin. Serokomar Tayip Erdogan piştî guhertina zagonan bû endamê AKP'ê. Têkildarî mijarê Meclîsa MYK'ê ya AKP'ê biryar dan ku Erdogan bibe Endamê Lijneya Rêveber a Navendî. Li ser vê yekê civîna merasima endamtiyê hat lidarxistin. Lijneya Rêveber û Biryara Navendî ya AKP'ê de parlamenter, Lijneya Hekemên Navendi, Lijneya Dîsîplîna Navendî, Lijneya Etîka Siyasî, Navenda Baskê jinan û Navenda Baskê Ciwanan amade bibin. Hat zanîn ku bang li Serokomarê Berê Abdullah Gul nehatiye kirin. Pergala Serokomariya Partîyî bi awayekî fermî dest pê kir.