Di doza Enqere de Bersûc gefa 'Bersiv neda' li hevsera xwe xwar 2017-05-02 14:24:09 ENQERE - 3'emîn rûniştina doza Enqere li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Di rûniştinê de bersûc Hatice Akalin dema îfade dida û parêzeran pirs jê kir, hevserê wê Metin Akaltin mudaxale kir û xwest bersîv nede. Li ser vê yekê Hatice hemû pirs bê bersîv hiştin. 3'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê serê sibê dest pê kir û didome. Di rûniştinê de bersûc Hatice Akaltın, hevserê wê yê bersuc Metin Akaltin, parêzerên malbatan, malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest ran, parlamenterê HDP'ê Sırrı Sureyya Onder, Parlamenterê CHP'ê Şenal Sarihan, Veli Agbaba, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan û Serokê ODP'ê Alper Taş amade bû. Rûniştina dozê bi xwendina nasnameyan dest pê kir. Di rûniştina dozê de BERSÛC DESÛR DEDA HEVSERA WÎ BI AXIVE Piştî xwendina nasnameyan bersûcan îfade da. Bersûca têkildarî 10'ê Cotmehê hat girtin Hatice Akaltın îfade da. Îfadeya Akaltin a li Dîlokê dabû hat xwendin. Li ser vê yekê parêzeran pirs ji Akaltin pirsîn. Parêzeran der barê hevserê Hatice Akalîn Metin Akaltin de pirs pirsîn. Dema Hatice Akaltin pirs di bersivandin hevserê wê Metin Akaltın, mudaxaleyî parêzer kir û xwest hevsera wî pirsan nebersivîne. Li ser muaxaleyê Hatice Akaltin hemû pirsên hatin birsîn bê bersîv hişt. Hatice Akaltin, piştre li ser hemû pirsan got "Bersîv tune ye" BERSÛCÊ DAÎŞÊ PARÊZER TEHDÎT KIR Di rûniştina salonêde parêzerê Hatice Akaltin Oguz Akman, xwest bersîv bide pirsan. Akman, anî ziman ku ger Akaltin bersîv nede pirsan dê ji mudahîlbûnê vekişe. Herî dawî dema ku heyetê xwest yên zêde ji salonê derkevin hevserê Hatice Akaltın,Metin Akaltın dema ji salonê derket gef li parêzer xwar û got "Tu parastinê neke baştir e." BERSÛC Piştî komkujiya Enqereyê 18 bersûc hatin girtin û hêj 17 bersuc fîrar in. Bersûcên girtî wiha ne: Îbrahim Halil Alçay, Resul Demir, Huseyin Tunç, Mehmedin Baraç, Nihat Urkmez, Hakan Şahin, Yakup Şahin Yakup Karaoglu, Metin Akaltın, Erman Ekici, Burak Ormanoglu, Hacı Ali Durmaz Abdülmuttalip Demir, Talha Guneş û Abdulhamid Boz, Suphi Alpfidan, Hatice Akaltın, Esin Durgun. Parêzeran der barê bersûcên fîrar Ahmet Guneş, Bayram Yıldız, Deniz Buyukçelebi, Edremit Ture, Hasan Huseyin Ugur, Îlhami Bali, Kasim Dere, Muhammet Zana Alkan, Mustafa Delibaşlar, Nusret Yilmaz, Omer Deniz Dundar, Savaş Yildiz, Yakup Selagzi, Kenan Kutval, Walentina Slobodjanjuk û Cebrail Kaya xwest bi bultena sor bên lêgerîn. 101 QASIDÊN AŞTIYÊ JIYANA XWE JI DEST DABÛN Dî 10'ê Cotmeha 2015'an DİSK, KESK, TMMOB û TTB’ê li GAR'a Enqeyê Mîtînga Aştî û Demokrasiyê pêk anîbû. Di destpêka mîtîngê de endamên DAÎŞ'ê çalakiya xwekujiyê pêk anibûn û 101 qasidên aştiyê jiyana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûbûn.