Li Wanê polîsan bi pirtûkxaneyê de girtin 2017-05-02 15:34:50 WAN - Polîsên ku bi ser cafe-pirtûkxaneya OMEDYA de giritn destdanîn ser kovara Modernîteya Demokratîk. Polîsan li dijî cafe-pirtûkxaneya OMEDYa ya li Rêya Amûşa Wanê ye operasyonek li darxist û dest danîn ser kovara Modernîteya Demokratîk. Di sedegirtina serê sibê de ji ber OMEDYA gelk pirtûkên weşanxaneyan difiroşe polîsan bi hinceta “qedexe ne” xwestin ku pirtûkên Weşanxaneya Aramê neyên firotin. Polîsên ku li pirtûkxaneyê pirtûk lêkolîn kirin ji bo îfadeya xwediyê kafeyê birin Midûryeta Polîsan a Wanê.