Dozger helbesta Demîrtaş a ‘Wêrekiya belav dibe' qedexe kir 2017-05-02 16:45:39 MÊRDÎN - Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê helbesta Serokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a bi navê “Wêrekî belav dibe" qedexe kir. Yekîneyên polîsan li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê bi ser avahiya HDP'ê de girt. Polîsan di serdegirtina avahiya HDP'ê de pankarta ku Wênyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş û helbesta wî ya “Wêrekî belav dibe" ku li Girtîgeha tipa F a Edîrneyê nivîsandibû rakir. Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Kerboranê Yasin Turan birin Midûriyeta Polîsan a Kerboranê îfadeya wî girtin. Turan piştî îfade da bertek nîşanî rakirina pankarê da û wiha got: "Polîsan got helbesta tu Demirtaş nivîsandiye ji ber propaganda rêxistinê dike qedexe kiriye. Li Mêrdînê jî polîs çûn avahiya HDP'ê û diyar kirin ku serdozgerê komarê yê Mêrdînê helbesta Demirtaş qedexe kiriye