Doza 10'ê Cotmehê: Bila polîs jî bên darizandin 2017-05-02 17:08:13 ENQERE - 3'emîn runiştina doza 10'ê Cotmehê ya komkujiya Enqereyê berdewam dike. Malbatên kesên di komkuiyê de jiyana xwe ji dest dan û kesên di komkujiyê de birîndar bûn xwestdin polîsên ku di bûyerê de bombeyên gazê avêtine bên darizandin. Dayika Aştiyê Gulistan Ozgan, diyar kir ku polîsan destûr neda ambulans têkeve qadê ji ber gaza polîsan mirovên birîndar mirin. 3'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê li 4'emhîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Piştî parastina bersûc Hatice Akaltın malbatên kuştiyan û kesên di komkujiyê de birîndar bûn parastin kirin. Mexdûrên beşdarî rûniştinê bûn parastin kirin. Parastina mexdûrên komkujiyê wiha ne: Sultan Kivrak: "Ez nizanim ez dê li kê gilî bikim. Hevserê min çi kiribû 40 perçeyên bilye li hevkerê min ketin. Ez ji her kesî bi glî me. Serokê şaxa Haber-Senê Nimet Fahri Karasu: Ez şahidim. Di roja mîtingê de polîs tune bû. Lê di mîtîngên berê de polîsan 2 caran kontrola nasnameyan dikir. Nebûna polîsan a wê rojê fikaran zêde dike. Gulderen Ertaş: Ez ji kesên ku ewlehiya qadê digirtin bi glî me. Dewletê ji komkujiya 10'ê Cotmehê re bêdeng ma. Polîsek jî birîndar nebû. Heta niha tu dozên bi vî rengî bi encam nebûne. Bersûc nehatine tawanbarkirin. Îsa Ozgan: Komkujî ne ji ber sersariyê bi zanebûn pêk hatiye. Davutoglu digot di destê me de lîsteya 30 kesan heye. Ez dixwazim Midurê Polîsan ê wê demê bê ifade bide. Dayika Aştiyê Gulistan Ozgan: Dema bombe teqîya her kes reviya. Ez dayika Aşiyê me. Polîsan bombeyên gazê avêt qadê. Her der bû gaz. Ev gaza bombeyan ne wekî yên berê bû. Min got kîmyasal avêtin. Heta teqînê polîs tune bû. Piştî teqînê polîsan hat gav avêt. Polîsan destûr neda ambulans bên qatê û birîndaran rakin. Mirov ji ber bombeya gazê jiyana xwe ji dest dan. Ez dixwazim yên li me wisa kir ev be serê wan jî . EZ JI POLÎSAN GLÎDAR IM Selçuk KalaycİoGlu: Ez ji polîsên ku bombeya gazê avêt bi gilî me. Ez ji polîsan bi gilî me. Hale Acer û Engin Kuyubaşi jî diyar kirin ku ew ji polîsan bi glîne û xwestin polis jî bên darizandin. Rûniştina dozê didome.