Bi bin baranê de zehmetiya ji bo 100 TL'yî 2016-12-01 11:44:47 RIHA - Alîkariya 100 TL a Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberên Sûriyeyê yên li Rihayê di bin baranê de bû zehmetiyek mezin. Li Rihayê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) alîkariya 100 TL’î li penaberên Sûriyeyê belvakirin. Hewldana welatiyan a girtina alîkariyê ku ev sê rojin li ber deriyê PTT’ê ya li ser Kolana Dîvanyolu bûye zehmetiyek mezin. Ji bo pereye ku bi qerta ji postexaneyê tê girtin û ji ATM’ê tê kişandin penaber ev du rojin di bin baranê de bûne rêz. Penaberên ku li aliyekê xwe ji baranê diparêzin û li aliye din bi dehfdanên polîsan dikevin rêzê. Li Rihayê ku 400 hezar penaber hene, hat zanîn ku dê alîkarî li 10 hezar kesî bê belavkirin û penaberên ku di nava wan de jin jî hene di bin baranê de ketine rêzê.