KCD'ê 3'ê Gulanê li hemû rojnamegeran pîroz kir 2017-05-03 10:22:38 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê daxuyanî da û 3'ê Gulanê li hemû rojnamegeran pîroz kir. KCD'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser tifaqa AKP û MHP'ê û wiha got: "Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li hemberî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şerê qirêj daye destpêkirin her roj dijwartir dike û ji bo şerê qirêj dernekeve holê pêkanînên dijdemokratîk û dijhiqûqî li ser çapemeniyê zêdetir kiriye. Polîtîkayên zext û çewisandinê yên di serî de li hemberî çapemeniya kurd û çapemeniya muxalîf xistiye dewrê gihîştiye asta metirsiyê. Neteweyên Yekbûyî di sala 1993’yan de ji bo azadî û serxwebûna çapemeniyê di 3’yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê qebûl kir û ji wê rojê heta niha rewşa çapemeniya li Tirkiyeyê her ku diçe nebaştir dibe. Bi taybetî îktîdara AKP’ê di serdema xwe de li hemberî sazî û dezgehên çapemeniyê yên ne ji wê ne şer îlan kiriye. Bi darbeya 15’ê tîrmehê û piştî wê di 20’ê tîrmehê bi navê OHAL’ê ya ku berdewama darbeye ye, di serî de saziyên çapemeniya kurd û gelek saziyên çapemeniyê hatin mohrkirin û qedexekirin. Hê jî nêzî 200 rojnameger di girtîgehan de tên girtin û doz li sedan rojnamegeran vekirin. TIRKIYE DI QADA ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYÊDE LI EWROPA YEKEM E KCD'ê bal kişan ser azadiya çapemeniyê ya li Tirkiye û wiha berdewam kir: "Niha jî hewl dide dengê gelan News Channel TV, Stêrk TV ve Ronahi TV yên li ser Hotbirdê weşanê dikin rawestîne. Tirkiye bi van pêkanîn û zextên li ser çapemeniyê li cîhanê di rêza 134’emîn de ye û li Ewropayê jî dewleta yekem e. Her wiha li gorî dewletên wekî Bangladeş, Endonezya, Uganda, Tanzanya, Kenya di rewşeke bi sînorkiriyê de ye û ev jî nişan dide ku bê çapemenî d içi rewşê de ye. Ligel ev hemû daneyan û zextên li ser çapemeniyê jî çapemenî di her şert û mercî de gel agahdar dike û em di wê baweriyê de ne ku israra xwe ya di vî alî de bênavber didomîne. Di vê çarçoveyê de em 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê di seî de li hemû rojnamegerên berxwedêr, hemû kedkarên çapemeniyê yên navneteweyî û ser bi xwe pîroz dikin. Her wiha em berxwedana çapemeniya azad jî silav dikin."