Berdevka KJA'yê Ayla Akat derdikeve pêşberî dadgehê 2017-05-03 10:52:25 AMED - 1'emîn rûniştina doza Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata ku ji ber xebatên KCD'ê û xebatên siyasî heta 95 sal ceza jê tê xwestin dê sibê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê ditin. Parlamentera BDP'ê ya berê û Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata ku di 30'ê Cotmeha 2016'an de binçavkirina Hevşaredarên Bajarên Mezin ên Amedê Gultan Kışanak û Firat Anli şermezar dikin li ber Edliya Amedê hat girtin, 6 mehin girtî ye. Yekemîn rûniştina doza Akat Ata ku li Girtîehea Tîpa F a Kandira ya Kocaelî girtî ye, dê sibê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Dozger der barê Ata, de doz vekir û bi îdiaya “Rêveberiya rêxistinê " û 14 caran “Propaganda rêxistinê kiriye" û "Tev li meş û xwepêşandanan bûye" ji 30 sal heta 95.5 sal cezayê girtîgehê dixwaze.