ÎRA: Di Roja Azadiya Çapemeniyê de 168 rojnameger girtî ne 2017-05-03 12:00:06 AMED - Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê rapora Nisanê aşkere kir û diyar kir ku di 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de li Tirkiye 168 rojnameger di girtîgehê de derbas dikin. Li Stenbolê jî komek rojnameger daxuyanî dan û 3'ê Gulanê li rojnamegerên girtî piroz kirin. Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya apemeniya Cîhanê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî û rapora Nisanê aşkere kir. Li ser navê rojnamegeran Berdekê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan daxuyanî xwend. Baltan, berî her tiştî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê li hemû rojnamegeran pîroz kir û wiha got: "Neteweyên Yekbûyî di sala 1993'an da ji bo azadî û serxwebûna çapemeniyê 3'ê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê îlan kir. Lê ew qas sal derbas bûn, azadiya çapemeniyê ku pîvanên herî sereke ya demokrasiyê ye pirsgirêka mezin e. " Boltan, anî ziman ku dema li rewşa çapemeniyê dinerin dibêjin mixabin çapemenî ne azad e û wiha got: "Sal 2017 û hêj rojnameger tên kuştin, girtin, binçavkirin, rastî lêdanê tên. Rojnameger tên darizandin û cezakirin. Li Tirkiye ev rewş bêtir xerabtir e. Li şûna rewş baş bibe her ku diçe xerabtir dibe. Tirkiye di nava welatê ewropa de di rêza dawî de û di cîhanêde ber bi dawî ve diçe. Bi taybetî piştî 15'ê tirmehê îktîdarê her tişt xist lehê xwe û zextên li ser çapemeniya muxalif zêdetir kir. Bê navber çapemeniya muxalif bêdeng dike. Rewşa heyî qet nebaş e. Karneya çapemeniyê ya Tirkiye di nava tariyê de ye. Me meha Nîsanê jî dîsa bi îhlalên çapemeniyê li pey xwe hişt. Dîsa rojnameger hatin binçavkirin, girtin, rastî ceza hatin û rastî êrîş û lêdanê hatin. Dîsa rojnameger hatin dersînorkirin. " LI TIRKIYE 168 ROJNAMEGER GIRTÎ NE Baltan, da zanîn ku Tirkiye di qada rojnamegerên girti de dîsa di lîsta sereke ya cîhanê de cih digire û wiha berdewam kir: "Li Tirkiye 168 rojnameger girtî ne. Ji ber ku wekî îktîdarê nafikirin bi sucdariya "terorê" tên tawanbarkirin û roja 3'ê Gulanê Azadiya Çapemeniyê li girtîgehan de pêşwazî dikin. Dema ku mirov li tabloya meha nîsanê binere îhlalên çapemeniyê ya Nîsana 2017'an a li Tirkiye wiha ye: * 13 rojnameger hatin binçavkirin. * 2 rojnameger hatin girtin. * Der barê 53 rojnamegeran de doz hat vekirin. * 33 rojnameger hatin darizandin. * 8 rojnameger rastî cezayê girtîgeh û pereyan hatin. 8 rojnameger bi giştî rastî 15 sal û 1 meh û 14 roj cezayê girtîgehê û 147 hezar TL cezayê pereyan hatin. * Wikipedia û 3 malperên nûçeyan bi giştî 10 caran ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanînê ve hat astengkirin. * Avahiya Kovarekê û avahiya malpera nûçeyan rasti serdegirtinê hat û lêgerîn hat kirin. * Rojnamegerek hat dersînorkirin. * Bi KHK ya hêjmar 689'an rojnameyek û kovarek hat girtin û mohrkirin. * Di şopandina nûçeyan de 3 rojnameger birîndar bûn. * Rojnamegerek rastî êrîşê hat û mala rojnagereki hat gulebarankirin. * Di encama êrîşa balafirên TSK’ê û topbaranê de li Şengal û Rojava avahiyên 3 radyoyan hatin rûxandin. * Rojnamegerek girtî jî hat berdan. ROJNAMEGERÎ NE SÛC E Boltan herî dawî anî ziman ku Rojnamegerî ne sûc e û wiha bi dawî kir: "Ev tablo di roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de di vê serdemê de li vî welatî nayê. Divê neyê ji bîr kirin Rojnamegerî qet ne sûc e û nabe sûc. Tu carî mafê civakê yê agahdarkirinê divê neyê astengkirin. Bi hêviya zextên li ser hemû çapemeniyê bi dawî bibin û hemû rojnamegerên girtî bên berdan li hemû hempişeyên me yên rojnameger 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê pîroz be." STENBOL ROJNAMEGER: EM NIKARIN ROJA AZADIYA ÇAPEMENIYA CÎHANÊ PÎROZ BIKIN Li Çaglayan a Stenbolê jî bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê komek rojnameger li hev kom bûn û 3'ê Gulanê li Rojnamegerên girtî pîroz kirin. Rojnamegeran diyar kirin ku di vê rojê de ew qas rojnameger girtî ne em nikarin vê rojê piroz bikin. DÎSK Basın-Îş'ê bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê, li ber Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê kom bûn û daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de nûnerên sendika.org, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi, Rojnameya Cumhuriyetê, ozguruz.org û gelek rojnamegerên din amade bûn. Rojnamegeran di daxuyaniyê de pankarta “Ji Rojnamegeran re azadî" û “Çapemeniya Azad nayê bedeng kirin" û dowîzên “Çapemeniya Azad, welatnê azad" û “Ji çapemeniyê re azadî" vekirin. Li ser navê rojnamegeran Serokê Giştî yê DİSK Basın-Îşê Faruk Eren, daxuyanî da û diyar kir ku ew di roja ku gelek satiyên çapemeniyê hatin girtin û gelek rojnameger girtî ne de daxuyaniyê didin û nikarin 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê pîroz bikin û wiha got: "Ji ber em nikarin vê rojê piroz bikin me guncav dît ku em li ber avahiya edliyê daxuyaniyê bidin û edaletê bixwazin. Em dixwazin ev zextên li ser çapemeniyê bi dawî bibin. Em dê li dijî van zext û zordariyan dengê xwe her dem bilind bikin. " Li ser navê rojnamegeran Rojnameger Ceyda Karan jî daxuyanî xwend û wiha got: "Tirkiye her ku diçe ji Roja Çapemeniya Cîhanê dûr dikeve. Em her dem dibêjin şertê serek yê demokrasiyê azadiya çapemkeniyê ye. Ji bo mafên mirovan dîsa azadiya çapemeniyê ye. Em bawer dikin ku dê li ser vê axê rojên xwe geş bibin. Em hêvî dikin ku êdî saziyên çapemeniyê neyên girtin û rojnameger neyên darizandin û neyên girtin. Ji bo vê yekê em dê dengê xwe bilind bikin. " Herî dawî rojnameger Ertugrul Mavîoglu jî anî ziman ku îro ji duh bêtir rojnameger di bin zextan de rojnamegeriyê dikin û rojnamegerên girtî di bin tecrîdê dene. Mavîoglu, xwest êdî dawî li van zext û zordariyan bê.