Li Cizîrê serdema ‘Kaleokul’an! 2017-05-03 12:44:09 ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdema şer de dibistanên ku zerar dîtin ji nûve hatin avakirin û li ser banê wan kuleyê çavdêriyêhatin avakirin. Bi vî rengî li Cizîrê serdema "Kaleokul"an hat destpêkirin. Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê piştî di navbera 14'ê Kanûna 2015'an heta Adara 2016'an qedexe hat îlankirin û polîsan û leşkeran bajar dorpêç kir û da ber tang û tapan bi hezaran xanî hatin xerakirin û gelek dibistanan zerar dît. Gelek dibistan hatin xerakirin û dest danin ser dibistanan. Hin dibistan jî ji nûve hatin avakirin û li ser baneyên wan kule hatin avakirin. Li ser rêya Hezex Cizîrê 5 dibistan tên avakirin û tê peyin ku heta dawiya salê înşaeta wan temam bibe. Dibistanên ku bi betonên perte tên avakirin li ser bkaneyên wan kuleyên çavdêriyê tên avakirin. TOKÎ vê carê ji yên berê cudatir kuleyên çavdêriyê ku karibe her derê bibîne û bişopîne ava dike û "Kuleyên çavderiyêyên "kalekolan avadike. Tê diyar kirin ku polîs dê li wan kuleyan bi cih bibin.