Gulay Korkutan a di doza Qatlîama Enqereyê de axivî: Heta yên ji DAIŞ'ê re gotin 'zarokên bi hêrs' neyên pirsyarkirin ev doz nayê çareserkirin 2017-05-03 13:51:25 ENQERE - Ji mexdûrên Qetlîama Enqereyê Gulay Korkutan a di doza qatlîamê de axivî bal kişand li ser berpirsyariya siyasî ya qatlîamê wiha got: "Heta ku yên ji DAIŞ'ê re gotin 'zarokên bi hêrs' neyên pirsyarkirin ev doz nayê çareserkirin." Doza Qatlîama Enqereyê li 4'emîn dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê berdewam dike. Malbatên kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan, kesên birîndar xilas bûn û parêzer di dozê de amade bûn. Parlamenterên HDP û CHP'ê û gelke kesan j^doz şopandin. Di dozê de ewil tespîta nasnameyan hat kirin piştre jî mexdûr axivîn. Dema Axaftinan demên hestiyar hat jiyankirin. 'ME HER TIM AŞTÎ XWEST Û EM Ê BIXWAZIN JÎ' Hevsera Alî Denîz ê di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da Asiye Denîz dema ku axivî gelek zehmetî kişand. Denîz a dayika 8 zarokan e ev pirs ji heyata dadgehê kir: "Çima ev kujer hê jî cezaya xwe nakişînin? Di hemû mîtîngah de lêgerîn hebû, çima di vî mîtînga aştiyê de tebdîr nehatibû girtin? Ez heta dawî heqê xwe helal nakim. Bila hemû kes 2 deqîqe çavên xwe bigirin û xwe bikin cihê me. Me her tim aştî xwest û em ê bixwazin jî. Bila tu kes nemirin. Heta dawî ez gilîkar in." 'BIRÎNDAR JI BER BOMBEYA GAZÊ MIRIN' Ayla Eyuboglu ya bi sendîkaya xwe Haber Sen'ê ve beşdarî mîtîngê bû bal yikand li ser nebûna polîsan li qada mîtîngê. Eyuboglu wiha axivî: "Heta niha ez beşdarî gelek mîtîng û çalakiyan bûm. Lê tu caran min mîtîngekî evqas bêtedbîr nedîtibû." Eşuboglu li hemberî rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) a "di mirinan de bandora bombeya gazê tuneye" nerazîbûn nîşanda û bi bîr xist ku dema ku alîkariya birîndaran dihat kirin polîsan bombeya gazê avêtin ser bbirîndaran û wiha axivî: "Mİng elek birîndar dît û sax bûn lê piştî ku polîsan bombeyê gazê avêtin hemûyan jiyana xwe ji dest dabûn." Eyuboglu got ku ew ji hemûberpirsyaran gilîkar e. Xwendekarê bi navê Bariş Aydemîr jî wiha got: "Piştî teqînê saleke ez nebûm dibistanê. Ez çûm Sîlopiyê. Li wir jî qedeqeya derketina derve dest pê kir. Ji ber qedexeyê tedewî nebûm. Sedema başdariya min a mîtîngê ew bû mîtîng û navê min yek bû. Ev bersûc dê jixwe ceza bigirin ya girîng ew e ku yên ku ev qatlîam dane kirin bên cezakirin." BERSÛC METÎN AKALTIN GEF LI MEXDURAN XWAR DEma ku mexdûr diaxivîn bersûc Metîn Akaltin gef li kesên li salonê xwar. Dema ku xwîşka Ozmen Arpaçay ê jiyana xwe dest da, Reyhan Urfanca diaxivî bersûcê bi navê Matîn Akaltin berê xwe da salonê û tiliya xwe li kesên salonê hejand û gef xwar. Parêzeran xwest ku ev gef di girtekan de cih bigire. Kamber Alyuz a bi Haber Sen'ê re tevlî mîtîngê bû jî diyar kir qatlîamê pêşengên polîtîk kiriye hedef û wiha berdewam kir: "Pêşengên sendîkaya me li wir bûn. Êrîşa bombeyî li kesên ku aştî dixwastin xist. Ez dibêjim ku aliyeke polîtîk a vî êrîşê heye." Ji mexdûran Zekîne Kirtekîn jî bal kişand mudaxale nekirina polîsan û gotina "piştî roja qatlîamê min nekarî nefesê bigirim" bi kar anî wiha berdewam kir: "Min 18 rojan nekarî j ihevalên xwe agahî bigirim. Li malê nehiştin ez televîzyonê vekim. Ez hîn bûm ku zarokên ku ez biçûkbûna wan dizanim hatin kuştin, Ji bo ku polîs û leşker jî nemirin ez li wir bûm. Ji ji aştiyê zirarê dibîne." Gulaş Korkutan jî destnîşan kir ku darizandin ji konjuktura siyasî cuda nîne û bal kişand li ser helwesta hikûmetê. Korkutan wiha axivî: "Ev hemû dê ceza bigirin lê ya girîng yên ku wê rojê ewlehiya me negirtin in. Avahiya MÎT'ê, avahiya emniyetê li ber me bû, heta ku yên gotina '400 parlamenteran bidin vî kaosê xilas bikin' bi kar anîn neyê pirsyarkirin yên ku DAIŞ wekî 'zarokên bi hêrs' bi nav kirin neyên pirsyarkirin ev doz çareser nabe. Ez ji midûriyeta emniyetê, wezareta karên hundir û ev kesên li pêş rûniştine gilîkar im." Denîz Beydîllî jî berê xwe da bersûcan û got ku kê ferman da bibêjin da ku wijdana xwa rehet bikin, bikaribin li rûyê zarokan binêrin. Beydîllî wiha got: "Di serî de serokomar, rayedarên hikûmetê, peywirdarên emniyetê gilîkar im. Herî dawî jî ji van maşeyan gilîkar im. Li dijî kesekî hêrsa min nîne, ger ez bi hêrs bim, ez ê bişibim wan."