Daxwaza girtina êrîşkarê Terzî Çakiroglu hat redkirin 2017-05-03 13:58:23 STENBOL - Rûniştina doza Ayşegul Terzi ya di metropusê de rastî êrîşê Abdullah Çakîroglu hat, li 40'emîn Dadgeha Asliye Ceza hat ditin. Dadger daxwaza girtina êrîşkarê Ayşegul Terzî Abdullah Çakiroglu red kir. 5’emîn Rûniştina doza Ayşegul Terzî ya di metrobusê de rastî êrîşa Abdullah Çakiroglu hat, li 40'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Anadolu hat ditin. Êrîşkar Abdullah Çakıroglu ê di rûniştina berê de der barê wî biryara bi zorê bînin rûniştinê hat dayîn beşdarî rûniştina dozê bû. Di rûniştinê de Ayşegul Terzî amade nebû. Ji Serokatiya Baroya Îzmirê, Platforma Em dê Cînayetên Jinan Rawestînin, Endamên Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê û gelek parêzerên jin amade bûn. Di rûniştinê de parêzeran xwest Çakiroglu girti bê darizandin. Parêzera Ayşegul Terzî Birsen Baş Topaloglu, bal kişand ser rapora ATK'ê ya der barê Çakiroglu ya "Aqilê wî û hişê wî li serê wî ye" xwest girtî bê darizandin. Wekîla Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê Prz. Hale Akgun jî diyar kir ku ew li ser navê keça xwe û hemû jinan bi fikar im û wiha got: "Êrîşkar diyar kiriye ku ne poşman e. Ji ber vê yekê îhtimala ku dîsa suc bike heye. Aqiyê wî li serê wî ye û xwest girtî bê darizandin. Heyetê rûniştina doze taloqî 7'ê Îlona 2017'an kir.