Di roja azadiya çapemeniyê de karta çapemeniyê hat betalkirin 2017-05-03 14:08:45 WAN - Karta Zer a Çapemeniyê ya xebatkara Rojnameya Îpekyolu ya bi KHK’ê hatiye girtin Rojnameger Nazan Sala di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hat betalkirin. Karta Zer a Çapemeniyê ya xebatkara Rojnameya Îpekyolu ya di 29’ê Nîsanê de bi KHK’ê hat girtin Rojnameger Nazan Sala ya ku 7 salan nûçegihaniya rojnameyê kir di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniya Cîhanê de hat betalkirin. Sala, dema ji bo tedawiyê çû Îzmîrê û dema li wesayîta nava bajar digeriya, dema Karta Zer a Çapemenyê derxist bi peyama hat telefona wê hîn bû ku karta wê hatiye betalkirin. Di peyama hat telefoan ala de ev tişt hatine nivîsandin: “Karta Çapemeniyê ya bi hêjmar 128892 hatiye betalkirin û agahiyên derbarê paşdevegerandinê ji maîla we hatiye şandin.”