Parlamentera HDP’ê Konca hat berdan 2017-05-03 14:49:23 ÊLIH - Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konce ji doza li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin hat berdan. Parlamentera HDP'ê Besîme Konca di doza xwe ya li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê hat dîtin de hat berdan. Konca beşdarî dozê nebû, parêzerên Konca, Kubra Demîr û Bayram Aslan di dozê de amede bûn. Di dozê de mutalaya dozger hat xwendin. Dozger di mutalayê de got ku her çiqas ji ber "propagandaya rêxistinê" ceza tê xwestin jî di vî madeyê ceza nikare bê dayîn û xwest Konca bê tehliyekirin. Piştî mutalaya dozger parêzer axivîn ^parastin kirin. Heyeta dadgehê jî dema girtîbûna Konca li ber çavan girtin û biryara tehliyeyê da. Der barê Konca de biryara qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn.