Di Roja Azadiya Çapemeniyê de 9 sal û 4 meh ceza dan nûçegihanê me 2017-05-03 15:21:08 XARPÊT - Li nûnçegihanê me Mehmet Guleş ê girtî ye ji ber xebatên wî yên rojnamegeriyê 9 sal 4 meh û 15 roj ceza hat dayîn. Daxwaza tehliyeyê ya ji bo nîçegihanê me jî hate redkirin. Di doza nûçegihanê me yê Xarpêtê Mehmet Guleş ê ku dema nûçe dişopand di 7'ê kanûna 2016'an de hate girtin û heta 22 salan ceza dihat xwestin de biryar derket. Di doza ku li 2'yemîn dadgeha Cezaya Giran a Xarpêtê hat dîtin de Guleş û parêzer amade bûn. Malbat û hevalên Guleş jî di dozê de amade bûn. Piştî tespîta nasnameyê parêzer parastin kir. 'DERVEYÎ USULÊ HAT GUHDARKIRIN' Parêzer Resul Temur bi bîr xist ku Guleş di Roja Azadiya Çapemeniyê de tê darizandin û hevdîtinên ku muwekîlê wî bi çavkaniyên nûçeyan û hevalên xwe yên rojnameger re kiriye wekî sûc hatiye hesibandin, li holê delîlekî cidî û maqûl tuneye. Temur li dijî îfadeya ku î dianame "li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer hatiye amadekirin" derket û û wiha axivî: "Bi taybetî divê bê gotin ku di dosyayê de biryarên ku ji bo tespîta ragihandinê hatine dayîn derveyî usulê ye û ji bo vê yekê jî divê ji bo hikm neyê esasgirtin. Lêpirsîn 'li gorî çavkaniyên pêbawer' hatiye destpêkirin lê ev çavkaniyên pêbawer çi ye nayê zanîn. Hemû hevdîtinên muwekîl ên ku çarçoveya pîşeyê de ye derveyî usulê hatine guhderkirin û bi şîroveyê sûc hatiye avakirin." Temur destnîşan kir ku nûçeyên Guleş çêkirina sûc nehatine dîtin, zimanê nûçeyan wekî sûc hatiye dîtin di vî mijarê de biryarên mînak ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Qanûna Bingehîn hene. Temur wiha axivî: "Divî bi israr em bibêji ku muwekîl tenê û tenê rojnameger e. Bi tu awayê di nava têkîliyên rêxistinî de nîne û ji bo armancên tu rêxistinê de naxebite. Muwekîl li qadên cuda rojnamegerî kiriye û ev jî bi nûçeyên xwe ve kiriye belge." Temur xwestu muwekîlê wî Guleş bê berdan. 9 SAL û 4 MEH CEZA HAT DAYÎN Piştre heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Ji ber nûçe û parvekirinên çapemeniya civakî bi idiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 3 sal û mehek û 15 roj, bi temamê 9 sal 4 meh û 15 roj ceza li Guleş hate birîn. Dadgehê biryara berdewamkirina girtîbûna Guleş da. Biryar dê li Dadgeha Îstinafê ya Herêmê ya Dîlokê bê temyîzkirin.