Li Îdirê starta hilbijartinên meclîsa giştî ya bajar hat dayîn 2017-05-03 16:46:10 ÎDIR - Hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajarê Îdirê ku ji aliyê YSK’ê ve hatibû feshkirin tê nûkirin. HDP’ê ji bo hilbijartina ku dê nû bêkirin starta hilbijartinê da. Hilbijartinên Meclîsa Giştî ya Bajarê Îdirê ku ji aliyê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ve hatibû feshkirin tê nûkirin. Dê bi hilbijartina 4’ê Hezîrana 2017’an de li gund, navçe û navendê 120 hilbijêr deng bi kar bînin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Sogutluyê HDP’ê buroya hilbijartinê vekir. Endama MYK ya HDP’ê Arîfe Çinar, endama PM’ê ya HDP’ê Kezban Ogel Dumlu, Parlamenterê Îdirê Mehmet Emîn Adiyaman, Hevserokê HDP’ê yê Bajar Hasan Safa û endamên Meclîsa Giştî ya HDP’ê tevlî bernameya vekirina buroyê bûn. Di vekirina buroya hilbijartinê de parlamenter Mehmet Emîn Adiyaman axivî û wiha got: “Di Meclîsa Giştî ya Bajarê Îdirê de bi awayekî bêhiqûqî, li dijî qanûna bingehîn û qanûna bi îdîayên ji rastiyê dur endamên me yên Meclîsa Giştî hatin girtin û derbarê wan de lêpirsîn hatin vekirin. Ev jî têrê nekir Meclîs hat feshkirin. Ev saleke meclîs ji aliyê bi pêkanînên keyfî yên waliyê ku ji aliyê îktîdara siyasî ya hatiye peywirdarkirin ve tê birêvebirin. Dibe hûn îktîdarbin, we hemû hêza dewletê xistibe destê xwe lê li ser vê axê bi hezara dîktator hatin û çûn, bi sedan padîşah hatin û çûn lê tu caran ne karîn vîna gel dîl bigirin.” Piştî vekirinê li ber deriyê buroya hilbijartinê HDP’î û welatî li ber dawil û zirneyê govend gerandin.