Girtiye Girtîgeha Amedê birin ku? 2017-05-03 17:36:46 NAVENDA NÛÇEYAN Xizmên girtiyan diyar kirin ku welatiyê bi navê Afşîn Musazade yê hefteya borî bi îşkenceyê binçav kirin û şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê, careke din bi daxwaza dozgeriyê ji girtîgehê hatiye derxistin. Girtiyê bi navê Sedat Atsiz bi rêya malbata xwe der barê Afşîn Musazade de agahî parve kirin û got ku ew aqubeta Musazade nizanin çi ye. Atsiz diyar kir ku polîsan bi fermana dozgeriyê Musazade ji girtîgehê derxistine û anî ziman ku kes nizane Musazed bi ku ve birine. Atsiz bang li tevahî raya giştî kir û xwest her kes li hemberî bêhiquqiyan nerazîbûna xwe bîne ziman.