Li Edeneyê di daîreyekê de cesedê 6 kesan hat dîtin 2017-05-03 22:56:07 EDENE - Li Edeneyê di daîreya apartmanekê de, cesedên 6 kesên ku bi çekê hatine kuştin, hatin dîtin. Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê li daîreya apartmanekê de 6 kesên mirî hatin dîtin. Bûyer, danê êvarê li qata 3'yemîn a apartmaneke 5 qatî ya li Taxa Kûrtûlûşê ya Seyhanê qewimî. Piştî ku cîran dengê çekan dibihîsin, îxbar dikin. Li ser îxbarê gelek polîs û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Polîsên ku ketin hundurê daîreyê, rastî 6 cesedên kesên bi çekan hatine kuştin hatin. Ji kesên mirî yek jê jin e. Hat derpêşkirin ku li daîreya ku bûyer lê qewimî kesekî temenî wî li dor 40 salan rûdinê û ji bo keçxwestinê gazî malbata xwe kiriye. Tê diyar kirin ku bûyer li ser mijara keçxwestinê qewimiye. Polîs ji bo bersûc yanî xwediyê malê bê zevtkirin dest bi lêgerînê kirin.